• DOLAR 32.39
  • EURO 35.103
  • ALTIN 2326.501
  • ...
Li Portekîzê ji bo 3 rojan şîn hat îlankirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di şewata daristanê ya ku ji roja înê ve li 200 kîlometre dûrî Lîzbona paytexta Portekîzê dest pê kir  bû sedema mirina 62 kesan. Ji ber şewatê her wiha 59 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya ku ji teref Misteşarê Wezareta Karên Hundir ê Portekîzê ve hatiye dayîn hejmera kesên ku jiyana xwe ji dest dane derketiye 62an û agir qismî bê jî hatiye kontrolkirin.

Li gor daxuyaniya Yekîneya Parastina Siwîlan a Portekîzê di xebatên tefandina şewatê de 224 wesayîtê îtfaiyê û 692 wezîfedarên îtfaiyê dixebitin.

Hêj sedema şewatê nayê zanîn.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir