• DOLAR 32.597
  • EURO 34.82
  • ALTIN 2493.522
  • ...
Koma nijadperest karkerê înşaatê ji qeta 3yemîn avêt xwarê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Nallixana navçeya Enqerê komeke nijadperest  êrîşî  F.C. yê ku xwendekarê zanîngehê ye û ji Bingolê hatiye û êrîşî 7 karkerên înşaatê  kirin.Di êrîşa ku hat kirin de koma nijadperest karkerekî ji qeta 3yemîn avêtin jêrê.

Hat hînbûn koma nijadperest wan karkerên ku wan derb kirine bi zorê derxistine derve û hewil dane bi wan Marşa Îstîklalê bidin xwendin.

F.C. yê ku diyar kir ew li Mêrsînê xwendekarê zanîngehê ye û ji bo mesrefê mekteba xwe derbixe ji Bingolê hatiye da ku li vê derê bixebite.

“Bi dar û copan li me dan”

F.C. di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Seat 11ê şevê bû û hevalekî me hat me şiyar kir got li derve lihevdan heye. Me pêşî zen kir ku du kes li derve li hev dixin, lê rasterast derî şikandin û ketin hundir. Hêj me fêm nekiribû ka çibûye êrîşî me kirin. Min hewil dida tiştinan ji wan re bibêjim. Hetta min ji wan re got em jî Misliman û însan in. Lê li me guhdar nekirin Li wê derê gelek zêde me derb kirin. Bi dar û copan li me dan. Dû re jî me li erdê xişakandin û derxistin derve.”

 “Polês mudaxele nekir!”

F.C. di berdewama axavtina xwe de diyar kir êrîşkarên nijadperest karkerekî i balqonê avêtine xarê û karkerî bi lêdanê bêhişkirine. Coşku her wisa diyar kir digel polês li wir bûn mudaxeleyî bûyerê nekirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku em rakirin nexweşxanê qeymeqam hatibû. Got ku ‘polêsan tiştek nekirine.’ Lê belê bi ya min bi zanebûn tiştekî nekirine. Zorê li me kirin da ku em Sirûda Îstîklalê  bixwînin. Piştî ku li me dan me bi zorê derxistin derve. Remza guran çêkirin û ji me re gotin ger hûn vê nîşanê bikin em ê bela xwe li we nedin. Dû re dîsa ketin hundir. Vêcar jî bi tuxlayan êrîşî me kirin. Elbet wê demê polês hatibûn. Yanî piştî ku 30-40 deqîqe ji ser bûyerê derbas bûn re hatin cihê bûyerê. Em wisa çûn nexweşxanê.”

“Ger hûn heta êvarî li vê derê bimînin em ê we bikujin”

F.C. diyar kir kesên ku êrîşî wan kirine gefê li wan xwarine û wiha got: “Serê şeveqê Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr û Walî hatin. Ji me re gotin ku ‘divê em xwediyê eqlêselîm bin û di derheqê bûyerê de tiştên ku ji destên me bê dê bikin û heta niha 3 kes hatine binçavkirin, dixwazin li vir bin em ê ewlehiya we tedarik bikin.’ Lê belê em neman, lewra kesên êrîşkar gefê kuştinê li me xwaribûn û ji me re gotibûn ‘Ger hûn heta êvarî li vê derê bimînin em ê we bikujin, ev der warê me ye, bi qewitin ji vir herin.Ez bi xwe jî sedema vê êrîşê bi şikleke esseh nizanim.”

Kesê bi navê M.C. yê ku koma nijadperest êrîşî kiribû jî di derbarê mijarê de diyar kir ew eslê xwe ji gundê Sulunkaşa Bingolê ye û ji bo heqê nanê xwe hatiye vê derê.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir