• DOLAR 32.545
  • EURO 34.859
  • ALTIN 2476.872
  • ...
Yapicioglu: "Te heta niha çima deng neda dengê kesên ku li edaletê digeriyan?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatiya Bajêra Bûrsayê yê HUDA PARê ve bernameya fitarê hat tertîpkirin.  Karsaz,  temsîlkarên partiyên siyasî û STKyan, endamên çapemeniyê, rîspî, partiyî û welatî beşdarî bernamê bûn.

Bernameya ku bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir bi axavtina silavdayînê ya  Serokê Bajêra Bûrsayê berdewam kir. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku beşdarî bernamê bûbû di derheqê rojeva hundir û derve de nirxandinan kir.

 “Te heta niha çima deng neda dengê kesên ku li edaletê digeriyan?”

Yapicioglu di axavtina xwe ya ku di derbarê Kemal Kiliçdaroglu kir de destnîşan kir di van rojên dawî de ji ber ku parlementerek hatiye girtin û wî şandine Girtîgeha Maltapê rojeva Tirkiyê gelek zêde meşxul e. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Serokê muxalefeta sereke ragihand ku ew ê ji Enqerê ber bi Stenbolê ve bimeşe. Li edaletê digerîya! Dema ku êdî zirar gihaşt te ma tu li edaletê digerî? Te heta niha çima deng neda dengê kesên ku li edaletê digeriyan? Ew şexsê ku hat girtin ma ji ber ku tenê parlementer bû ev qas ket rojevê û ev qas deng veda? Başe ma ew kesên ku tu kesên wan tunene bila di zindanan de birizin? Edalet ev e? Di nava civakekê de heta ku kesê heqdar û zeîf û bêhêz heqê xwe bêtirs ji yê bihêz û qewet teleb neke û nestîne  bila tu kes li vî welatî qala edaletê neke.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir