• DOLAR 32.371
  • EURO 35.011
  • ALTIN 2325.545
  • ...
 "Ne ji xortên Misliman bana ew ê zêdetir însan bimirana"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn berî vê çend rojan li Londraya paytexta Îngilistanê  li ser Kolana Latîmerê di avahiyeke 24 qetî de şewat derket û di demeke kurt de agir bi tevahiya avahiyê girtibû, di encama şewata ku derketibû de  17 kes jiyana xwe ji dest dan û 74 kes jî birîndar bûn. Kesên ku ji şewata mezin a li Londraya paytexta Îngîlistanê derket re bûn şahid dest nîşan kirin  ji ber ku Remezan bû û ji ber ku şewat di wextê paşîvê de derket  ev yek bnû wesîleya mirina hindiktir însanî.

Ahmet Chellatê ku ji şewatê re bûbû şahid û ji Sky Newsê re axivî di derbarê mijarê de diyar kir  ‘Di dema şewatê de exlebeyê însanan radizan, ger ne ji Remezanê bana dibû ku zêdetir însan miribana.’

“Dema ku em derketin derve me ne polêsekî û ne jî kesekî ku mudaxeleyî şewatê dikir dît”

Chellat di berdewama axavtina xwe de  diyar kir  hemû kes ji bo Remezanê di wextê paşîvê de şiyar bûn  ku ev yek jî pêşiya faciayeke mezintir girt û dû  re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em derketin derve me ne polêsekî û ne jî kesekî ku mudaxeleyî şewatê dikir dît. Em rasterast ketin naav avahiyê. Me çûyîn û hatine zarokan bi vir de û wir de, qêrîna zarokan û çûyîn û hatine didît; lewra hêj ronahî hebû.”

 “Kesên ku ewil ji însanan re alîkarî dikirin xortên Misliman ên ku ji camiyê dihatin bûn”

Pîrekeke ku navê wê ne diyar e û mexdûrê şewatê ye ji ber ku di dema şewatê de civaka Misliman ji wan re alîkarî kiriye  pesna wan da û wiha got: “Kesên ku ewil ji însanan re alîkarî dikirin xortên Misliman ên ku ji camiyê dihatin bûn, ger ew tunebana ew ê zêdetir însan bimrana. Di destên wan de bîdonên avê ewil ew ji însanan re dibûn alîkar û rê nîşanî wan didan.”

Pîrekek ku eslê xwe Tirk e jî di derbarê mijarê de diyar kir “ji ber ku însan di wextê paşîvê de şiyar bûn çûn hawara wan ve, ji ber ku bi têra wê av li agir nehat dakirin agir 8 seatan berdewam kir.”

 “Em ji bo Remezanê  ji  te (Xweda) re teşekur dikin”

Di vîdyoya ku hatiye kişandin de tê dîtin pîrekek pîr destên we kire yek û got "Thank you Ramadan / Thank you for Ramadan", “Remezan spas bo te”, “Em ji bo Remezanê  ji  te (Xweda) re teşekur dikin.” Şahidekî din jî diyar kir “Ew bi xwe jî Misliman e û hikûmet, televîzyon û medya însanan wek Misliman û Xiristiyan cuda dikin; lê belê  ev yek li vê derê ne wisa ye û kesên ku ewil ji însanan re alîkarî kirine kesên Misliman in.”(ÎLKHA)













































Bu haberler de ilginizi çekebilir