• DOLAR 32.387
  • EURO 35.06
  • ALTIN 2326.519
  • ...
Em nikarin ji wan feryadên ku li kêleka me ber bi erşê ve bilind dibin re bê eleqe bimînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mêrsînê ji teref Serokatiya Bajêra Mêrsînê yê HUDA PARê ve bernamea fitarê hat tertîpkirin. Gelek partiyî, endamên STKyan û gelek kesên vexwandî beşdarî bernameya fitarê bûn.

“Ger em ji van feryad û fîxanan re bêeleqe bimînin ne tenê Mislimantiya me ew û însanetiya me jî dê ji destên me biçe”

Mehmet Yavuzê ku di bernamê de axavtinek kir di derbarê rewşa alema Îslamê de diyar kir agir bi cografyaya Îslamê girtiye û dû  re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em nikarin ji wan feryad û fîxanên ku li alema Îslamê ber bi erşê ve bilind dibin re bêeleqe bimînin. Ew feryad erşa ala tê bihîstin. Ger em ji van feryad û fîxanan re bêeleqe bimînin ne tenê Mislimantiya me ew û însanetiya me jî dê ji destên me biçe. Niha mîna wê agirê li kêleka me tê hewil dayîn û li Qatarê bê pêxistin ku ev teşebûs me hemiyan eleqedar dike.”

“Siyonîstê ku çeteyê terorê û dijminê însanetiyê ye li vê erdnigariyê dewleteke ji xwe mezintir naxweze”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir Îngilistan, îsraîl û Amerîka piştî bûyerên 11ê Îlona 2011an  di bin navê ‘Nîzama dinyaya nû’ de planeke şeytanî çêkirin da ku erdnigariya Îslamê perçe perçe bikin. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di çarçoveya vê planê de xistin serê xwe da ku sînorên hinek welatan biguherînin. Niha ev plan gelekî baş pêş ve diçe. Ew bûyerên ku li Yemen, Libya, Sûrî û herî dawî jî Xweda mihafeze bike bûyerên ku îhtîmal in li Qatarê derkevin her yek ji van perçeyên wan planên şeytanî ne.Lewra ew îsraîlê çeteyê terorê yê siyonîst ê ku dijminê însanetiyê ye li vê erdnigariyê dewleteke ji xwe mezintir naxweze. Tirkiye jî di nav vê de ye.”

“Bi hevkarên xwe yên di nav me de xwestin ku memleket perçe perçe bikin”

Yavuz di berdewama axavtina xwe diyar kir  mezinahiya cografî ya Tirkiyê ji bo îsraîl tehdîdek e  û ji ber vê yekê îsraîl heta darbê teşebûs kiriye. Yavuz dû re wiha pê de çû: “ Bi hevkarên xwe yên di nav me de xwestin ku memleket perçe perçe bikin. Ji ber vê yekê teşebûsî darbê kirin. Haya HUDA PARê ji van leystikan heye. Di şeva 15ê Tîrmehê de me li tevahiya Tirkiyê xwe berda meydanan û me şehîd da ku em nikaribûn ji vê şewatê re ji vê feryadê re bêdeng bimînin.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir