• DOLAR 32.549
  • EURO 34.935
  • ALTIN 2426.995
  • ...
Ger edalet ji hemû kesî re teslîmkirina heqê be, werin em li ser pênasa heqê li hev bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Stenbolê ji teref Serokatiya Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê ve bernameya fitarê hat tertîpkirin. Temsîlkarên STKyan, endamên partiyên siyasî, endamên çapemeniyê û gelek aktîvîstên biyanî beşdarî bernameya fitarê bûn.

Bernameya fitarê bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û axavtina silavdayînê ji teref Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk ve hat kirin.

“Heta ku  em rewşa ku di nav de ne neguherînin em nikarin ji vî halî xelas bibin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku li Stenbolê beşdarî bernameya fitarê ya partiya xwe bû dest nîşan kir divê misliman îradeyekê nîşan bidin da ku meseleyên xwe di nav xwe li ser temela edaletê çareser bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:“ Em ji qewm û milletên cuda yên ummetê hatibûn bal hev. Me wê rojê jî temennî kiribû. Me niyaz kiribû ku ummeta Îslamê ji rewşa ku di nav de ye xelas bibe. Lê belê  mixabin ew tevlîhevî û aloziya di nav ummeta Îslamê de ye berdewam dike. Gelek zêde hewil tê dayîn wan welatên ku hebikî aramin tevlîhev bikin. Heta ku  em rewşa ku di nav de ne neguherînin em nikarin ji vî halî xelas bibin.”

 “Ger edalet ji hemû kesî teslîmkirina heqê be werin em li ser pênasa heqê li hev bikin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji bo biratî bi rastî b tesîskirin di hemû bernameyên fitarê de dubare dubare qala şert û mercan dike û di wextekî ku tê de ew qas êrîş li Mislimanan tên kirin de Misliman mecbûr in meseleyên xwe di nav xwe de bi silh û aştiyê çareser bikin. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger em naxwazin emperyalîst meseleyên me ji bo xwe bi kar bînin; divê em îradeyekê nîşan bidin da ku em meseleyên xwe di nav xwe de li ser temela edaletê çareser bikin.Dibe ku di warê li ser edaletê çawa bên çareserkirinê de tiştên cuda bên gotin. Em ji bo vê yekê jî tiştekî teklîf dikin. Em dibêjin werin em li ser pênasa vê heqê bisekinin. Ger edalet ji hemû kesî teslîmkirina heqê be werin em li ser pênasa heqê li hev bikin. Qet em însanên ehlê qiblê li ser vê yekê li hev bikin. Gelo çavkaniya heqê ew metnên ku li navendên xerbê hatine nivîsîn û hevpeymanên navneteweyî ye yan jî Xwedayê ku navekî Wî jî ‘Heq’ e?” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir