• DOLAR 32.578
  • EURO 35.042
  • ALTIN 2438.624
  • ...
 "Li ber edaletê hisabdayîna qatilan hat astengkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Aytaç Baranê ku Serokê Yenî Îhya-Derê û endamê HUDA PARê bû berî vê 2 salan  ji teref PKKyiyan ve bi şikleke hovane hat qetilkirin. Aytaç Baranê ku ji teref PKKê ve hat şehîdkirin li ser qebra xwe bi bernameya ku hat tertîpkirin bi minnet û rehmet hat yadkirin.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê ku beşdarî bernameya bîranîna ya Şehîd Aytaç Baran bû   piştî  bernameya bîranînê ji endamên çapemeniyê re daxuyanî da. Yilmaz di daxuyaniya ku da de destnîşan kir li ber edaletê hisabdayîna qatilan hat astengkirin û li Tirkiyê edalet bi şikleke dirist nayê birêvebirin.

“ Di şehadeta Baranî û şehîdên 6-7ê Cotmehê de tesîra terefên wê pêvajoya îxanetê ya ku bi navê pêvajoya çareseriyê hat destpêkirin heye.”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ji ber ku birayê me Şehîd Aytaç Baran  micadeleya Îslamî dida  hat hedefgirtin  û hat şehîdkirin. Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di şehadeta Baranî û şehîdên 6-7ê Cotmehê de tesîra terefên wê pêvajoya îxanetê ya ku bi navê pêvajoya çareseriyê hat destpêkirin heye.”

“Edalet bi şikleke dirist birêve nayê birin û Li ber edaletê hisabdayîna qatilan hat astengkirin”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew kesên ku Aytaç Baran û birayên wî qetil kirin qet îflah nebûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew pêvajoya lêpirsînê bi şikleke birêkûpêk nehat birêvebirin . Nehiştin qetil weke ku heq dikin derkevin hember edaletê. Weke ku hûn jî dizanin  ew kesên bi navê FETO, ETO û PKKê yên ku him di nav ewlehiyê û him jî di nav burokrasiyê de ne bi hevkariya ku kirin  dosyaya dozê hiştin ku bêencam bimîne û delîlan ji holê rakirin. Qeydên kamerayê ji holê rakirin. Yek ji wan qatilên ku di dîmenan de derket li Sûrê di dema ku haziriya êrîşê dikir de hat kuştin û hevalê wî hat berdan. Mixabin li Tirkiyê edalet bi şikleke dirist birêve nayê birin û li ber edaletê hisabdayîna qatilan hat astengkirin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir