Maratona LYSyê dest pê kir
Maratona Îmtîhana Bicîkirina Lîsansê ya ku di têketina zanîngehê de qonaxa duyemîn e dest pê kir.
Îmtîhanên Bicîkirna Lîsansê yên ku ji teref Serokatiya Bicîkirin, Hilbijartin û Pîvanê ve tên tertîpkirin îro di seat 10.00an de bi îmtîhana Zanîstên Civakî LYS-4 dest pê kir.
Hat ragihandin di sala 2017an de tevde milyonek û 72 hezar û 396 kes muracatî LYS kirine û ew ê îmtîhanên LYSê du heftiyan berdewam bikin.
Îmtîhana Zanîstên Civakî LYS-4 a ku îro di seat 10.00an de bi beşdarbûna bi sedhezaran dest pê kir ew ê 135 deqîqe berdewam bike. Ew ê di LYS-4an de ji dersên dîrok, cografya, koma felsefê, agahiya exlaq û çanda dîn pirs bên kirin.
Ew ê di îmtîhana sibe de jî ji LYS-1ê tev de 80 pirs bên pirsîn û ew ê ev îmtîhan 135 deqîqe berdewam bike.
Heftiya pêşiya me jî ew ê îmtîhanên LYS-3 edeboyat-cografya û LYS-5 îmtîhana zimanê biyanî bên tertîpkirin.(ÎLKHA)