• DOLAR 32.502
  • EURO 34.86
  • ALTIN 2479.932
  • ...
 "Ger em zanibin derbe ji kû ve tê me em dikarin li gor wê tedbîrên xwe bistînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatiya Bajêra Xarpêtê ve bernameya fitarê hat tertîpkirin. Partiyî, temsîlkarên STKyan, rîspî û gelek welatê beşdarî bernamê bûn.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku li Xarpêtê beşdarî bernameya fitarê ya partiya xwe bû di derheqê mişkîle û problemên di nav Mislimanan de nirxandinan kir û diyar kir ger em zanibin em ji kû darbe dixwin em ê karibin li gor wê tedbîrên xwe bistînin.

“Ger em mesele û mişkîleyên xwe bi şiddetê çareser bikin  ew ê hinek kes heta heta ji van mişkîleyan îstîfade bikin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi serweta ummeta Îslamê çek tên kirîn da ku li dijî Mislimanan bên bikaranîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Belê dibe ku di nav me de mişkîle û probleminan hebin, belê dibe ku di warê çareseriya meseleninan de dereng hatibe mayîn. Belê birayên me! Dibe ku hinek kesên ku di destên wan de hêz heye zilmê li kesên bêhêz bikin. Ger em di wextekî ku tê de ji derve ve gelek êrîş tên kirin de em nikaribin meseleyên xwe bi lez û di warê edaletê nikaribin çareser bikin; qet nebe di wextekî wisa ya ku tê de ji derve êrîş tên kirin de em taloqê bidin van meseleyan. Naxwe ger em mesele û mişkîleyên xwe bi şiddetê çareser bikin  ew ê hinek kes heta heta ji van mişkîleyan îstîfade bikin û ew ê me berdin hev û ew ê ji ser pişta me dewlemend bibin.”

 “Ger em zanibin derbe ji kû ve tê me em dikarin li gor wê tedbîrên xwe bistînin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo Misliman karibin meseleyên xwe çareser bikin  divê mişkîleyên di nav xwe de baş teşhîs bikin. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev yek him ji bo meseleyên di nav welatekî bi xwe de û him jî ji bo meseleyên di navbera dewletan de derbasdar e. Du welatên ku dîn, mezheb û zimanênwan yek in  û bes di navbera wan de sînorên sunnî hene bes ji ber ku emperyalîst xwestine li ber hev re radibin û hewil didin yek ji wan a din bixe bin tehekkuma xwe. Alema Îslamê seranser di nav vî halî de ye ku divê em sedemên vê yekê baş tesbît bikin. Ger em zanibin derbe ji kû ve tê me em dikarin li gor wê tedbîrên xwe bistînin. An jî em nexweşiyên xwe baş tesbît bikin wê demê em dikarin rê û rêbazên tedawiyê tespîr bikin.”(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir