• DOLAR 32.385
  • EURO 35.067
  • ALTIN 2326.35
  • ...
Li Elihê êrişa çekdarî û bombeyî : Yek mirî 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrişa çekdarî li Kozlûkê ya girêdayê Êlihê li biraziyê Weysî Işıkê Serokê Şaredariya Kozlûkê ya AK Partiyê û li qûlubeya parêzvanên ewlehiye êrişa bombeyî ya bi erebê li sepandina noqteya cendirmeyê ya navçeya Bekirxanê hat li darxistin. Li gor agahiyê ku di despêkê de hatinin bidesxistin di bûyeran de kesekî jiyana xwe ji dest da 3 ji wan esker 4 kes jî birîndar bûn. Hat dest nîşan kirin ku êrişkerê qerekolê di pevçûnê de jî hat kuştin.

Yek ji êrişan di despêkê de  mewkiya Uçyolê ya navçeya Qozlûkê pêk hat. Êrişa çekdarî ji teref wan nasmaneyên wan kesên ne diyar e li biraziyê parêzer Weysî Işıkê  Serokê Şaredariya Kozlûkê ya AK Partiyê bi wesayita xwe diçû mala xwe hat lidarxistin.  Di êrişa çekdarî de gule îsabetê mamosteya Şenay Aybûk Yalçina ku bi wesayita xwe di çû mala xwe kir. Yalçin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qozlûkê lê bi hemû midexaleyan ve Yalçinê jiyana xwe ji des da.

Agihê ku hatin bi dest xistin piştê êrişa çekdarî, êrişa bombeyî ya bi erebê li sepandina noqteya cendirmeyê ya navçeya Bekirxanê hat li darxistin. Di êrişê de 3 leşker û sivîlek birîndar bûn, êrişkerek jî hat kuştin. Leşkerekê birîndar û sivîlekî birîndar ji bo dermankirinê rakirin Diyarbekirê. Birîndarên din jî ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Batmanê. Hat ragihandin ku birînên 2 eskeran giranê.

Hat ifade kirin ku di êrişa ku li sepandina noqteya cendirmeyê ya navçeya Bekirxanê hat li darxistin de tu kes nemir û birîndar nebû. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir