Failên êrîşên li Îranê Îranî ne
Hat ragihandin hejmera kesên ku di êrîşên li Îranê jiyana xwe ji dest dan derket 17an û hat diyarkirin failên êrîşên li Îranê Îranî ne.
Weke ku tê zanîn doh di wextên şeveqê de li Tahrana paytexta Îranê êrîşên çekdarî û xwekujî li meclîs û Turbeya Îmam Humeynî hat kirin û di êrîşê de 17 kes jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin kesên êrîşkar Îranî ne.
Serokê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî yê Îranê Riza Seyfullahî destnîşan kir êrîşkarên êrîşên ku doh di wextên şeveqê de li Tahrana paytexta Îranê li meclîs û Turbeya Îmam Humeynî hatin kirin eslê xwe Îranî ne.
Seyfullahî di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên êrîşkar endamên DEAŞê ne û ji ber ku Îran destekê dide micadeleya bi DEAŞê re hatiye hedefgirtin.
Seyfullahî her wiha diyar kir heta 58 êrîş ji teref yekîneyên ewlehiyê ve hatine astengkirin .
Her wiha di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Îstîxbarata Îranê ve hatiye dayîn de hat ragihandin ji êrîşkaran 5 kes piştî ku tevlî DEAŞê bûne vegeriyane Îranê û her wiha çûne Rakka û Misûlê.
Navên êrîşkaran
Li gor daxuyaniya ku hatiye belavkirin navên êrîşkaran wisa ye: Ferîdun, Seryas, Ebûcîhad û Kerîm.
Li gor agahiyên herî dawî hejmera kesên mirî derket 17an û tev de 46 birîndar hene.(ÎLKHA)