• DOLAR 32.492
  • EURO 34.956
  • ALTIN 2431.797
  • ...
 "Ew bedbextên ku Aytaç Baranî şehîd kirin di xwîna wî de xeniqîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Aytaç Baranê Serokê Yenî Îhya-Derê piştî hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an 2 rojan  dema ku ji komeleya ku lê xizmet dikir derket û hewil da biçe mala xwe ji teref PKKê ve êrîşa çekdarî lê hat kirin û hat şehîdkirin.

Serokê Platforma Kerwana Şehîdan  Omer Çelîkê ku di salvegera qetilkirina Aytaç Baranî de axivî destnîşan kir  Baran her tim hewil dida riza Xweda qezenc bike û hewil dida dînê Îslamê ji însanan re teblîx bike.

Çelîk di berdewama  axavtina xwe de diyar kir di nav Muminan de gelek mêrxas hene soza ku dan Xweda bi cî anîn û hinek ji wan jî li benda bicîanîna soza xwe ne. Çelîk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Şehîd Aytaç Baran bi heyeta xwe wek şehîdan jiya.  Di netîceya vê xeyreta Baranî de  gihaşt şehadetê. Em ji Xweda re hemd dikin. Ew bedbextên ku Aytaç Baran şehîd kirin  di xwîna wî de xeniqîn. Ew kesên ku Aytaç Baran şehîd kirin piştî wê seatê rûyê rihatiyê nedîtin û netîcê de ji qatilan kesek hat kuştin. Xweda dawî li wan kesên din jî anî.”

 “Ew kesên ku dixwastin Baranî şehîd bikin dixwastin kaos û tevlîheviyê derxînin”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de qala doza Aytaç Baran a ku tê dîtin de nirxandinan kir û wiha got: “ Ew beyanetên mîna yên doza ZYasîn Boru û hevalên wî di doza Aytaç Baranî de jî dibînin. Gelek kesên ku wek failên bûyerên 6-8ê Cotmehê dihatin zanîn ji teref mehkemê ve hatin berdan. Dîmenên kesên ku Aytaç Baranî şehîd kirin di holê de ye lê dîsa ewlehî got ku dîmen ne zelal in û di ser bûyerê de neçûn. Piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê derket holê ku PKK û FETO bi hev re tev digerin. Ew kesên ku dixwastin Baranî şehîd bikin dixwastin kaos û tevlîheviyê derxînin. Di vê çarçovê de PKKê bi kar anîn. Ji ber vê yekê delîlên pêwîst nebirin mehkemê.”

Çelîk di dawiya axavtina xwe de diyar kir pêwîst e wek şehîdan bê jiyan da ku şerbeta şehadetê bibe nesîb.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir