• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ji ber ku mela nikare bê gund 2 mizgeftên gund hatin girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Gundê Xursa Navê ya Qosera Mêrdînê ji ber ku mela tune ji 4 mizgeftan 2 mizgeft hatin girtin. Li gund tev de  200 mal hene. Ji ber tunebûna mela şêniyên gund daxwaz kirin bila li gund ji bo mela mal bê avakirin.Lewra ji ber kuli gund mala mela tune 2 camî hatin girtin û niha jî di wan her 2 camiyên din de jî melayên fexrî melatiyê dikin.

Mehmet Saîd Ornekê ku ev nêzî 40 salan li Mizgefta Hecî Huseyîn bi dildarî melatiya fexrî dike di derbarê mijarê de diyar kir kadroya mela yê camiyê heye, lê ji ber ku li gund mala melê tuneye nayên gund.

Ornek di berdewama axavtina xwe de diyar kir mela bi şikleke fermî ji bo gundê me tên tayînkirin, lê ji ber ku mal tune ye nayên. Ornek dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li gundê me tev de 200 mal heye û 4 camiyên gund heye. 2 camî hatine girtin. Li camiyên din jî melayê fexrî melatiyê dikin. Ger em jî wezîfê nekin ew ê ev her 2 mizgeft jî bên girtin. LI gund ji bo mela mal tuneye. Mela hatiye tayînkirin, lê ji ber ku mal tuneye mela niha li Qoserê ye. Şifêr tunebe erebe hebe çi feyde? Ew ê ew erebe li ber devê derî birize herê. Camî jî wisa ye.”

 “Ji ber ku mela tuneye mizgeft hatiye girtin”

Yusuf Ornekê ku ji şêniyên gund e di derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku melayê Mizgefta Hecî Izzedîn tuneye  mizgeft hatiye girtin. Ornek dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kalê  min berî vê 47 salan vê mizgeftê da çêkirin. Em dixwazin ji bo vê camiyê melayek bê tayînkirin û ji bo wî melayî jî malek bê çêkirin. Ev du sal e ji ber ku mela tuneye camî hatiye girtin. Bila mala melayî bê çêkirin û em weke berê li vê derê nimêja xwe bikin û îbadetên xwe eda bikin. Kêmasiyên mizgeftê gelek zêde ne û em dixwazin ev kêmasî bên tedarikkirin. Niha ew wek taxî em tev de diçin camiya li nîvê gund. Em digel 20-30 zilaman diçin camiyê. Ger mala mela bê çêkirin ew ê mela were. Em hêvî dikin dewlet bi meselê eleqedar bibe.”

 “Bila mala mela bê çêkirin da ku mela were”

Kesa bi navê Halîme Ornek jî di derbarê mijarê de diyar kir ji bo Mizgefta Hecî Izzedîn ji bo îbadetê bê vekirin divê mala melê bê çêkirin. Ornek dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em dixwazin mala melê bê çêkirin. Ez bi tena serê xwe têm camiyê û nimêj dikim. Bila mala melê bê çêkirin da ku mela jî were Ger tu ji bo Xweda vê bike dê tu bibe xwedî xêran. Ji ber ku mela tune ye  tu kes nayê nimêj nake. Em ji hikûmetê  alîakriyê dixwazin, ger alîkarî bê kirin ew ê mela were.”

Nezîr Ornek, Celîl Kizildag, Abdullah Ornek, Huseyîn Ornek, Abdusselam Aygun, Ata Ornek, Emîne Örnek jî di derbarê mijarê de gazin û giliyên xwe anîn zimên û diyar kirin  ew ji dengê azanê re hesret mane, bila malên melayan bên çêkirin da ku mela werin û wezîfeya xwe bikin û dû re wiha gotin ‘Bila were gund da ku em nimêja xwe bikin û Qur’ana Kerîm fêr bibin.”(ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir