Du welatên din jî pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Qatarê re birîn
Hejmera welatên ku 'Bi hinceta ewlehiyê' pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Qatarê re birîn derket 6an.
Weke ku tê zanîn îro Misir, Mirnişînên Ereb ên Yekbûyî, Bahreyn û Erebistana Siûd bi hinceta ewlehiyê temamê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Qatarê re birîn. Rayedarên her 4 welatan daxuyanî dan da ku dîplomatên Qatarê di nav 48 seatan de welatên wan terk bikin.
Piştî van 4 welatan Libya û Yemen jî bi daxuyaniya ku belav kirin diyar kirin wan jî pêwendiya xwe yê dîplomatîk bi Qatarê re birîne.(ÎLKHA)