• DOLAR 32.318
  • EURO 35.129
  • ALTIN 2298.602
  • ...
Li Qibrisê ji 50 welatên cûda xortên Misliman di fitarê de hatin bal hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komeleya  Biratî û Muhabbetê ya Gerdûnî  ya ku ev 21 sal e li Qibrisê fealiyetên xwe birêve dibe û Komeleya Xwendakerên Navneteweyî ya Qibrisê  bi organîzasyona fitarê ya ku tertîp kirin ji 50 welatan xortan anîn ba hev.

‘Fitara Biratiyê’ ya ku îsal cara ewil bi temaya ‘Biratî li fitarê tê ba hev ‘ li Xana Mezin a Lefkoşayê hat tertîpkirin.

Di bernameya ku tê de  qala yekîtiyê hat kirin de  ji bo Mislimanên ku zilm li wan tên kirin dia hat kirin.

Serokê ESKADê  Recep Gunaydin di derheqê bernameya ku tertîp kirine de wiha axivî: “Xweda vê xweşikayiyê kir nesîbê me. Hemd ji Xweda re bernameya bi şikleke herî baş derbas bû û me niyet kiriye her sal hejmera kesên beşdervan zêdetir bikin. Her wiha me ji xwe re kiriye hedef ku em van cûr bernameyan zêdetir bikin.  Ev organîzasyon dê bibe wesîle ku  em li Qibrisê di nav yekîtî û digelheviyê de bin. Her wiha ew ê ev organîzasyon ji bo sekinandina xwîna Mislimanan dê bibe mîlatek.”

Gunaydin di dawiya axavtina xwe de ji temamê kesên ku beşdarî bernamê bûne re teşekur kir û Remezana alema Mislimanan pîroz kir.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir