Li 30 tax û gundên Bingolê qedexeya derketina derve hat îlankirin
Hat ragihandin li 30 tax û gundên Bingolê qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Bingolê ve hatiye dayîn de hat ragihandin li 30 tax û gundên bi navê Kazancik, Açikalin, Olgunlar, Koklu, Buyukçag, Gumuşlu, Yuvali, Aslancik, Uzumcuk, Kirişli, Hasenan, Taşkapi, Mezraa, Varvusen, Coşkunlar, Mezra, Yolaçti, Kaynakli, Toklu, Akpinar, Herkir, Kayacik, Yurekli, Doganlar, Karzel, Kaygisiz, Kaymaz, Sevimli, Saggoze û Yeniceya girêdayê Dara Hênê ji ber operasyonên ku dê bên kirin heta daxuyiyeke din qedexeya derketina derve hat îlankirin.(ÎLKHA)