• DOLAR 32.524
  • EURO 34.909
  • ALTIN 2431.048
  • ...
Yapicioglu li Tarsûsê bi temsîlkarên STKyan û rîspiyan rehat bal hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Tarsûsa Mêrsînê ji teref  Serokatiya Navçê ya Tarsûsê ya HUDA PARê ve bernameya fitarê hat tertîpkirin. Temsîlkarên STKyan, rîspî û partiyî beşdarî bernameya fitarê bûn. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku beşdarî bernameya fitarê  bû di bernamê de di derheqê rojevê de axavtinek kir û rojevê nirxand.

Yapicioglu di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser  rewşa ku Misliman di nav de ne û wiha got: “ Ji bo Misliman ji van mişkîleyan xilas bibin pêdivî bi Yekîtiya Îslamê heye û ji bo Yekîtiya Îslamê jî divê ji vê yekê  bê bawerkirin.”

 “Ger bi rastî jî em karibana bûbana ummet, em ê ma ketibana vî halî?”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir  li hinek beldeyên Îslamê Mislimanên ku ji bo vekirina fitarê pêşik av û gezik nan nikarin peyde bikin hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Teknolojî gelek zêde pêşve çûye, lê me xistine haleke wisa ku em alema Îslamê yê ku nifûsa wê milyar û nîv e ji problemên hev bêxeber in. Di ya rastiyê de em ne bêxeber in. Em van probleman dibînin û dizanin. Lê belê me ew qas meşxul kirin û ew qas bela anîn serê me ku  her yek ji me ji derdên xwe wext nedî bi birayê xwe re eledar bibe. Ev 6 sal e li Sûriyê herbeke navxweyî heye. Li Sûriyê ji nîvî zêdetir a nifûsê cî guhert. Ji zêdetirî 3 milyon kesî jî li ba me mêvan in. Li Tirkistana Rojhilat zilm her roj zêde dibin,  ew bûyerên li Afrîkaya Navîn ên ku ev demek bû sekinîbûn dîsa dest pê kirin. Li Afrîkaya Navîn Xiristiyan, li Myanmarê Budîst, li Filistînê Siyonîst, li Tirkistana Rojhilat ateîst û taoîst zilmê dikin û kesên ku li her derî zilm li wan tên kirin ummeta Hz. Muhammed in. Lê belê em ji vê yekê bêxeber ya ji vê jî muhîmtir em ji vê re bêbertek in. Bi rastî jî em karibana bûbana ummet em ê ma ketibana vî halî?”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku qeweta me têra Fîrewnan nake em  hêzê li hember hev bi kar tînin.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir