Diyanet ji xeberên 'Bi pereyên haram dikare hec bê kirin' re bertek nîşan da
Serokatiya Karên Diyanetêdi derbarêxeberên ku bi sernava 'Bi pereyên haram dikare hec bê kirin' de daxuyaniyek hat da.
Di daxuyaniya ku ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve hatiye dayîn de ji xeberên ‘ Bi pereyên haram dikare hec bê kirin’ re bertek hat nîşandan.
Di daxuyaniya ku li ser navê Serokatiya Lijneya Bilind a Karên Dîn ji ser hisaba twîtterê ya diyanetê hatiye dayîn de hat diyarkirin pêwîstî çêbûye ku ew li ser xeberên ‘Bi pereyên haram dikare hec bê kirin’ ên ku di Rojnameya Sozcu û malperên din de derketine de daxuyanî bê dayîn.
Di daxuyaniya ku ji ser twîtterê hatiye dayîn de wiha hat gotin: “ Em dixwazin bi şikleke eşkere bibêjin ku Lijneya Bilind a Karên Dîn qetiyan fetwa nedaye û nikare bide ji bo bi pereyên haram hec bê kirin. Fetwaya ku lijneya me daye ev e; ew heca ku bi pereyên haram tê kirin her çiqas weke ku hatiye edakirin xuya bike jî heceke wisa li gor dîn ne meqbûl e û ne li gor armancên hecê ye.”(ÎLKHA)