DYA 484 kesên siwîl 'bi şaşîtî' kuşt!
DYA ragihanddi van 3 salên dawî di operasyonên ku li dijî DAEŞê hatin kirin de 484 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin kesên siwîl 'bi şaşîtî' hatine kuştin.
Ji teref CENTCOM (Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA) ve hat ragihandin koalîsyona ku DYA jê re pêşîvantiyê dike di van 3 salên dawî de di operasyonên ku li dijî DEAŞê hatine kirin de bûye sedema mirina 484 kesên siwîl.
Di daxuyaniya ku ji Pentegonê hat dayîn de hat ragihandin heta niha zêdetirî 21 hezar û 35 operasyonên asimanî hatine kirin û di ji sedî 0.27ên van operasyonan de kesên siwîl jiyana xwe ji dest dane.
Tê ragihandin hejmera kesên ku jiyana xwe ji dest dane zêdetir e
Lê belê ev hejmarên ku hatine daxuyandin bi hejmarên ku rêxistinên mafên mirovan dane re li hev nagire.
Li gor agahiyên ku rêxistina bi navê Aîrwarsa ku navenda wê Londra ye ji çavkaniyên mehelî wergirtiye ji sala 2014an vir ve di operasyonên ku li dijî DEAŞê hatin kirin de 3 hezar û 800 kesên siwîl mirin.
Li gor Çavderxaneya Mafên Însanan a Sûriyê di mehên Nîsan û Gulanê de li Sûriyê 225 kesên jiyana xwe ji dest dane.
Di 17ê Adarê de di operasyonên ku ji teref DYAyê ve li Misûlê li dijî nîşagirên DEAŞê hatin kirin de zêdetirî 105 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)