• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Dengê zarokan a li mizgeftê ne qerebalix nimeteke Xweda ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Enqerê 36emîn Fuara Çand û Kitêb a Tirkiyê hat tertîpkirin. Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormezê beşdarî fuara kitêban bû di derheqê zarokên ku tên camiyan de nirxandinan kir.

“Dengê zarokan a li mizgeftê ne qerebalix, nimeteke Xweda ye”

Gormez di nirxandina xwe ya di derheqê zarokan de destnîşan kir dengê zarokan a li camiyê ne qerebalix e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew dengê zarokan a li camiyan nimeta Xweda ye. Xweda tu carî me ji wê nimetê mehrûm nehêle. Em ummetê wî pêxemberê ku zarok ji ber ku li pişta wî siwar bûye secde dirêjkiriye ne. Em ummetê wî pêxemberê ku di dema dayîna xutbê de ji mînberê peya dibe û diçe radije zaroka ku di camiyê de birêve diçe û xutba xwe digel zarokê didomîne ne. Em ummetê wî pêxemberê ku ji ber girîna zarokan nimêjê dirêj nekiriye ne. Mijara zarokan mjara me ya herî girîng e. Ew têkiliya zarok-kitêb, zarok-mabed û zarok-îman pir muhîm e.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir