• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Londrayê êrîş: 9 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat îddîakirin li Londraya paytexta Îngîltereyê li ser Pira Londrayê ajokarê mîdîbusekê li ser kesên derdorê  de ajot  û dû re kesên êrîşkar ên di mîdîbusê de  bi kêran êrîşî kesên derdorê kirin. Di êrîşê de 3 jê êrîşkar tev de 9 kes mirin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bûyer doh êvarî di derdora seat 22.00an de li ser Pira Londrayê qewimî. Hat îddîakirin ajokarê mîdîbusekê li ser pirê li ser kesên derdorê de ajot û dû re 3 kesên ku di mîdîbusê de bûn bi kêran êrîşî kesên derdorê kirin.

Di êrîşa ku hat kirin de 6 kes jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin 3 kesên êrîşkar jî hatine kuştin.

Polêsê Londrayê destnîşan kir 20 kes jî li nexweşxaneyên cûrbecûr tên tedawîkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir