• DOLAR 32.582
  • EURO 34.824
  • ALTIN 2416.345
  • ...
 "Hinek derdor naxwazin zarok hînî camiyan bibin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew Rojnameya Tirkiyê û TGRT TVyê ku di van pêlên dawî de Serokatiya Karên Diyanetê û  Prof. Dr. Mehmet Gormez dikin hedefa xwe, berî vê çend rojan îmzeya xwe avêtibû bi faciayeke din.

Osman Unluyê ku di TGRTyê de bi wesfê ‘îlahiyatnas’ bernamê çêdike di bernamekê de  dema ku Serokatiya Karên Diyanetê kire hedefa xwe  ji bo zarokan di derheqê camiyan de gotinên ecêbmayî  û xeyrî exlaqî serf kir ku ev gotinên wî bûbûn sedemên bertekên tund ku ev bertekên tund hêj berdewam in. Temsîlarên STKyên ku karûbarên xwe li Entabê birêve dibin di derbarê mijarê de ji rewşê re bertek nîşan dan û diyar kirin  ji teref hinek kesan ve nayê qebûlkirin di camiyan cemaeteke ciwan çêbibe.

“Niha dibêjin çûyîna mizgeftê ya zarokan nebaş e û hewil didin camiyan cihên weke nebaş nîşan bidin ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye”

Serokê Şaxa Diyanet-Senê yê Entabê Muslum Goral di derbarê mijarê de diyar kir  dema ku dengê zarokan ji camiyan neyê divê bê tirsîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di van pêlên dawî de li dijî kampanyayeke reşkirinê li dijî Diyanetê hatiye destpêkirin. Nexasim ev yek ji teref saziyeke medyayê ve tê kirin. Berî niha jî di derheqê Serokatiya me ya Karên Diyanetê de çend xeberên din dan weşanê. Niha dibêjin çûyîna mizgeftê ya zarokan nebaş e û camî cihên weke nebaş didin nîşandan ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye.”

“Em di nava hewildanekê de ne da ku zarok hînî mizgeftan bibin; lê belê hinek derdor ji vê yekê re tehemûl nakin”

Goral di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê zarok hewaya camiyê teneffus bikin ku ev yek muhîm e. Goral dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê zarok hewaya camiyê teneffus bikin ku ev yek muhîm e.Li camiyan çêbûna cemaeteke ciwan ji teref hinek kesan ve nayê qeîbûlkirin. Em di nava hewildanekê de ne da ku zarok hînî mizgeftan bibin; lê belê hinek derdor ji vê yekê re tehemûl nakin.”

“Ger zarokên me neçin camiyan  û hînî Qur’an û ilmên Îslamî nebin  ew ê li kolan û kuçeyan bibin xwediyê exlaq û fikreke cuda”

Serokê Şaxa Cemiyeta Mustezafan a Entabê Mustafa Ozaslan jî di derbarê mijarê de diyar kir ew derdorên ku dixwazin nesleke bê Qur’an û bê bawerî mezin bibin ew ê ji çûyîna zarokan a camiyê aciz bibin.Ozaslan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bila ebeveyn digel zarokên xwe biçin camiyan. Ger zarokên me neçin camiyan  û hînî Qur’an û ilmên Îslamî nebin  ew ê li kolan û kuçeyan bibin xwediyê exlaq û fikreke cuda.  Jixwe ji ber ku xarokên me ji mizgeftan dûr in rewşa civakê di holê de ye. Em destekê didin wan xebatên Diyanetê yên ku ji bo zarok hînî mizgeftan bibin tên kirin. Bila xelkê me îtîbarî kesên mîna Unlu nekin.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir