• DOLAR 32.33
  • EURO 35.091
  • ALTIN 2291.65
  • ...
Sunneta muqabelê di mizgeftên dîrokî de didomînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muqabeleya ku tê wateya xwendina Qur’ana Kerîm a beramberî hev a Hz. Muhammed û Cebraîl li mizgeftên dîrokî yên Bûrseyê de berdewam e. Li bajêr di serî de di mizgeftên dîrokî û her wiha li temamê mizgeftên sunneta muqabelê tê îhyakirin.

“Ev 14 qern e ku me xeyret kiriye da ku vê sunneta muqabelê îhya bikin”

Şemseddîn Çobanê Îmam Xatîbê Mizgefta Emîr Sultan e di derheqê muqabelê de diyar kir muqabele tê wateya xwendina Qur’ana Kerîm a beramberî hev a Hz. Muhammed û Cebraîl. Çoban dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em wek ummeta Îslamê ji pêxemberê heta vêga  hewil daye vê sunnetê bi şikleke herî baş bijîn. Îro jî em li mizgeft û malên xwe hewil didin vê sunnetê îhya bikin. Em Qur’anê ji bo riza Rebbê xwe dixwînin.”

 “Çawa ku em Qur’anê dixwînin divê bi heman awayî em hewil bidin da ku em Qur’anê fêm bikin”

Çoban di berdewama axavtina xwe de tewsiyeya xwendina meala Qur’anê kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Mitleqe divê em erebiya Qur’anê bixwînin. Ew tunebe nimêja me jî  nabe. Çawa ku em Qur’anê dixwînin divê bi heman awayî em hewil bidin da ku em Qur’anê fêm bikin. Îro di destê me de bi sedan meal hene. Divê ev meh bi heman awayî bibe meha ku tê hewildan tê dayîn da ku Qur’an bê fêmkirin.  Ger em nizanibin Qur’ana Kerîm bila Remezan ji bo hînbûna Qur’anê bibe mîlat.”

 “Kesê ku dixwaze bi Xweda re biaxive bila Qur’anê bixwîne”

Recep  Uyarê ku Muezzînê Mizgefta Kesk e jî di derbarê mijarê de diyar kir  kesê ku dixwaze bi Xweda re biaxive bila Qur’anê bixwîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev  600 sal e ku li vê mizgefta dîrokî muqabele tê kirin. Welatî beşdarî muqabelê dibin. Sedam ferzbûna rojiyê  ji guhehan xwe mihafezekirin  û paqijkirin e. Remezan di gel rojî, terawîh, mukabele, sadaka, zekat û mikabeleyan mektebek e. Em niha perwerdehiyê dibînin. Ev mekteba Remezanê dê me kamil bike û bigihijîne teqwayê.”(ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir