• DOLAR 32.568
  • EURO 34.78
  • ALTIN 2487.984
  • ...
 "Ji bo peydakirina hizûrê em mecbûr in ku adil bin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatiya Bajêra Entabê ya HUDA PARê ve beranameya fitarê hat tertîpkirin. Partiyî, rîspî, alim , temsîlkarên STKyan, alimên Sûrî, endamên çapemeniyê û welatî beşdarî bernamê bûn.

Bernameya ku bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir bi axavtina xwe Serokê Bajêra Entabê yê HUDA PARê Mehmet Nakşî Eret berdewam kir.

Dû re Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapiciogluyê ku di bernamê de axavtinek kir û destnîşan kir  rewşa Mislimanan û alema Îslamê herî zêde û herî baş ji teref Entabiyan ve tê zanîn. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lewra kesên Sûrî yên ku ji ber şerê navxweyî reviyan hatin li Entabê bi cî bûn û niha Entabî ji wan re mazûvantî dike. Her wiha niha wî rexê sînorê hinek kes hene ku ji bo fitarê ne dikarin avê peyde bikin ne jî gezik nan.”

“Ew dengê mazlûmên ku li çar aliyên dinyayê di bin zilman de dinalim arşa mezin lerizand”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser rewşa alema Îslamê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Nexasim hûn birayên me yên ku li Entabê dijîn rewşê bil yeqîn dizanin. Lewra li Entabê nêzî çend sed hezar kesên Sûrî hene. wî rexê sînorê hinek kes hene ku ji bo fitarê ne dikarin avê peyde bikin ne jî gezik nan. Cografya ummetê di rewşeke xirap de ye. Ew dengê mazlûmên ku li çar aliyên dinyayê di bin zilman de dinalim arşa ala lerizand.Lê exlebe em dibin temaşekerê vê rewşê.”

“Tenê bi gotinê biratî çênabe”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir heger me tev ji halê xwe nerazîbin em ê reçeteya xwe di Qur’ana Kerîm de bigerin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi tesîskirina biratiya ku Qur’an emir dike Misliman encax dikarin ji vê rewşa ku tê de ne xilas bibin. Bi rastî jî em ger hîn bibin bi edaletê li hev miamelekirinê ew ê wê demê hiqûqa biratiyê tecellî bike. Biratî tenê bi gotinê çênabe. Ger me riayetî hiqûqa hev bikin û bi rastî jî ger em îxtîlafên di nav xwe de di çarçoveya heq û hiqûqê de çareser bikin  vê şiûrê bidin derdora xwe ew ê wê demê dema ku di nav de mişkîleyek derket em ê serî li çek, şidet û rêbaza herbê nedin. Tiştê ku pêdiviya me pê heye ev e. Em muxtacê hizûrê ne, ji bo ku em karibin hizûrê peyde bikin em mecbûr in ku  adil bin. Em mecbûr in ku hiqûqa biratiyê bînin cî.”(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir