Li Mûşê qedexeya derketina derve hat îlankirin
Hat ragihandin li Mûşê ji ber operasyonên ku dê li dijî PKKê bên kirin heta daxuyaniyeke din li hinek gund û taxan derketina derve hat qedexekirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Mûşê ve hatiye dayîn de hat ragihandin ji bo penageh, stargeh û depoyên aîdî PKKê bên tespîtkirin îro ji seat 02.30an pê ve li gundên Yamaç, Yorecîk, Zongar, Derik û li taxên Beşevler, Silmanevler û Zozana Pekutê heta daxuyaniyeke din qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.(ÎLKHA)