• DOLAR 32.428
  • EURO 35.031
  • ALTIN 2325.97
  • ...
"Heta ku em edaletê di nav xwe de tesîs nekin em nikarin aştiyê bibînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatiya Bajêra Rihayê ya HUDA PARê ve  bernameya fitarê hat tertîpkirin. Serokê Giştî  yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu îştîraqî bernameya fitarê bû û  di bernamê de axavtinek kir.

“Zarok ji birçîbûnê dimrin”

Yapicioglu di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de destnîşan kir  ji ber tevlîheviyên navxweyî yên li beldeyên Îslamî  ava paqij û erzaq nikare bê temînkirin ku ev yek jî dibe sedema mirina zarokan. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hema li Sûriya li ber serê me  şereke navxweyî ya ku ji 6 salan zêdetir berdewam dike heye. Xwîn tê rijandin  û mirin çêdibin.Ji zêdetirê nifûsa Sûriyê mecbûr ma ku cih û warên xwe biguherînin. Ew cesedên ku ji be rwan keştiyên di rêyên Ewrûpayê de binav dibin li qerexa behrê didin. Ji ber tevlîheviyên navxweyî yên li hinek beldeyên Îslamî  ava paqij û erzaq nikare bê temînkirin ku ev yek jî dibe sedema mirina zarokan. Ev çi halê me ye? Yekîtiya me xera bû û em bi hev ketin.”

“Ji ber ku me bi edaletê li hev miamele nekir em bi hev ketin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ji ber ku Misliman bi şikleke zêde terefdariya qewm û mezhebên xwe dikin ji zilmên ku tên kirin re dibin temaşekar  û dema ku ji Qur’anê dûr jî dikevin li rasta zilma Xerbê tên. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji roja ku em bi hev ketine vir ve me rûyê rihetî û xweşiyê nedî. Miheqeq Xweda bi edaletê miamelekirinê emrî me dike. Ji ber ku em ji vê emra îlahî dûr ketin  û ji ber ku me bi edaletê li hev miamele nekir  em bi hev ketin. Halbûkî kitêba ji ku em li ser rêya rasterast bin ji me dixwaze ku em heqiyê ser di ser re bigrin û edaletê jî li ser piyan bigrin. Çi qas di aleyha naskiriyeke me de be jî ji me re emir dike ku em ji edaletê dûr nekevin. Lê me çikir. Hemû kes terefdariya qewm, millet, mezheb û fikra xwe ya siyasî kir û ji zilmên ku hatin kirin dengê xwe dernexistin. Xelk têk çûn. Başe ev yek çawa çêbû? Dema ku em ji kitêba xwe dûr ketin û dema ku  me berê xwe da Xerbê ew medeniyeta ku ku mîma wê ketiye  hat bi zorê ji dêla heqiyê ve qewetê bi me da qebûlkirin. Gotin ku kî bi qewet be ew heqdar e. Kesê ku bi qewet be ew dikare qûralan deyne û dikare wan kesên ku van qûralan îhlal bikin ceza bike. Em jî tabiê vê yekê bûn. Halbûkî li ba me û di nav me de kesê ku heqdar bû bi hêz bû. Ji xwe ew hêz dabûn hev û ji bo xwe wisa guhartin. Ji me re jî gotin kîjan ji we bi qewet be ew dikare yê din bieciqîne. Ji yekî ji me re bûn piştevan û ji me xwestin ku ê din bieciqînin. Bi vî awayî em bi hev ketin. Ji roja ku em bi hev ketine vir ve me rûyê rihetiyê û xweşiyê nedî. Heta ku em edaletê di nav xwe de tesîs nekin em ê nikarin rûyê aştî û hizûrê  bibînin.”(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir