• DOLAR 32.527
  • EURO 34.997
  • ALTIN 2435.374
  • ...
Xaltiya ku şêniya Sûrê ye: Min bikujin jî ez ê mala xwe nedim wan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di sala 2013an de Taxa Alî Paşa û Lalabeya Sûra Diyarbekirê  di bergeha veguherîna bajarî de hat îstîmlaqkirin  û qerar hat dayîn mal bên xerakirin. Piştî vê qerara ku hat dayîn hat ragihandin dest bi xerakirina mala hat kirin . Ji ber xerakirina malan a ku dest pê kiriye xelk her roja ku derbas dibe zêdetir mexdûr bibe.

Şêniyên taxan diyar kirin ku li navçê av û ceyran hatiye birîn û ew di vê meha Remezana mibarek de  bê av mane û perîşan bûne. Ji ber vê yekê şênî ji rayedaran alîkarî teleb kirin.

 “Min bikujin jî ez ê mala xwe nedim wan”

Xaltiya Rabîa Tulaya 90 salî ya ku  ji şêniyên Sûrê ye  ji qerara xerakirina malan re bertek nîşan da û wiha  li axavtina xwe zêde kir: “ Ez  mala xwe nadim. Di beramberê mala min de 50 hezar lîre dane. Ez nikarim bi 50 hezar lîreyê ji xwe re mal bistînim. Ji ber wê yekê ez ê mala xwe nedim wan. Min bikujin jî ez ê mala xwe nedim wan. Ez bi rojî me, ne ceyran û ne jî ava me heye. Ez heta fitarê wisa disekinim û dû re ez tiştinan dixwim. Me ji van mehrûm hiştine. Em 20 nifûs in , ez mala xwe nadim wan.”

“Em ditirsin ku malên me di ser serê me de xera bikin”

Huriye Gulera ku diyar kir ew li derve maye  di derbarê mijarê de wiha got: “Em li vê derê ne û li kolanan mane. Ne ava me ne jî ceyrana me heye. Dixwazin bi zorê me ji malên me derxînin. Em ditirsin malên me di ser serê me de xera bikin.”  Em di meha Remezanê de ne û em bi rojî ne. Ceyran û ava tune ye û em nikarin ji xwe re xwarinê çêkin. Em hewil didin li ser tûp tiştinan ji xwe re çêbikin. Tiştên ku em distînin  xera dibin.”

 “Min mala xwe dema ku ez zewicîm bi zêrên xwe kirî”

Guler di berdewama axavtina xwe de diyar kir  bila me mexdûr nekin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em naxwazin ji Sûrê derkevin. Em nikarin îdareya xwe li warê dewlemendan bikin. Em dixwazin li Sûrê bimînin. Em naxwazin malên xwe bidin. Digel ku malên me xirabûyîbin jî em naxwazin ji malên xwe derkevin. Em pereyan jî naxwazin.  Çi wextî pereyên me çêbûn em ê mala xwe çêkin. Ferman hatiye dayîn, polês û kepçe hatine ser serê me. Dixwazin me ji malên me derxînin. Polês bi zarokên me de dixeydin û dibêjin ‘ derkevin ji wir ûlan!’ Min mala xwe dema ku ez zewicîm bi zêrên xwe kirî.”

Kesa bi navê Hatîce Gulay jî di derbarê mijarê de diyar kir  bila mala wê xera nekin.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir