• DOLAR 32.56
  • EURO 34.858
  • ALTIN 2434.83
  • ...
 "Tu berjewendiyên siyasî ji sekinandina mirina zarokan ne mûhîmtir in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Diyarbekirê beşdarî bernameya fitarê ya ku ji teref partiya wî ve hatibû tertîpkirin bû. Yapicioglu piştî xwarina fitarê pirsên ÎLKHAyê bersivand.

Emperyalîst beyî ku bikevin mesrefê ji ser pişta me bi herikandina xwîna me pereyan qezenc dikin û mirinên me seyir dikin

Yapicioglu di nirxandina ku kir de destnîşan kir ne tenê li Yemenê li çar aliyê alema Îslamê îşxal ji teref emperyalîstan ve tên kirin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dû re emperyalîst bêyî îşxalan bikin ji dûr ve û ji hewayê dest bi bombardimanan dest bi zirardayînê kirin.  Ev çend salên dawî di nav Mislimanan de berberî û tevlîheviyê derdixin. Ger em di vê meha Remezanê de wê biratiya ku Qur’an ji me dixwaze tesîs nekin û ger em îxtîlafên di nav xwe de  bi kuştin û çekan hal bikin   ew ê jî werin  û pir zêde çekan bifiroşin me û em ê van çekan li dijî hev bikar bînin. Ew ê ji bo kuştian me tu mesrefê nekin; berewajî  ew ê beyî ku bikevin mesrefê ji ser pişta me bi herikandina xwîna me pereyan qezenc bikin û mirinên me seyir bikin. Tiştê ku li Sûrî, Iraq û Yemenê diqewimê di ya rastiyê de ji aliyekê ve herba navxweyî ye. Lê belê ev şerê nevxweyî temametî ji teref emperyalîstan ve tê derxistin. Rebbê min besîretê bide. Rebbê me, dîtina xelasbûna ji vî halî bike nesîbê me.”

Kesên ku herî bi lez ji tiştên ku diqewimin tesîrdar dibin zarok in

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser zirarên şerên ku  li Yemenê  heye derxistiye holê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Emperyalîst û ticarên çekan ji rewşa li Yemenê feyde digrin Ji ber şerê li Yemenê mirin çêdibin. Ji ber tehlûkeya ku heye keştiyên alîkariyê newêrin biçin  wê derê Hetta hinek keştî hatin bin av kirin. Ji ber ku rêyên îqmalê hatine girtin li wê derê mişkîleyeke mezin rû da. Kesên ku herî zêde ji vê tesîrdar bûn zarok in. Bi heman awayî gelek kes ji ber bêdermaniyê gelek însan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber tunebûna ava paqij nexweşiya kolerayê rû da.”

Îzaha domandina şereke ku dibe sedema mirinên zarok, pîrek û kesên nexweş tuneye

Yapicioglu diyar kir ew şerên navxweyî ji wan şerên ku tên zanîn xiraptir e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Tu îzaha doman dina şereke ku bi şikleke girseyî dibe sedema mirinên zarok, pîrek û kesên nexweş êdî nemaya.Tu hincet tu berjewendiyên welat û komên siyasî  ji sekinandina mirina wan zarokan ne mûhîmtir e.”

Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de bang li îdarevanên  ummetê kir û ji wan xwast ku guh bidin emrên îlahî û dev ji rijandina xwîna hevdû berdin. Yapicioglu her wiha diyar  kesên ku di wan şeran de qezenc dikin û bi ser dikevin tenê emperyalîst in.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir