• DOLAR 32.537
  • EURO 34.966
  • ALTIN 2439.909
  • ...
Eşîrên Sûriyeyî HUDA PARê ziyaret kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Heyeta ku di nav de Serokê Kombeta Sûriyeya Serbixwe Redîf Mistefa, Reîsê Eşîra Tayyî Nevaf Tayyî, Reîsê Eşîra Şemerayê Huseynel Haçim û Reîsê Eşîra Naîmî Suphudîl Adan  hebû  Serokatiya Bajêra Rihayê ya HUDA PARê  ziyaret kir.

 Heyet ji teref  Serokê Bajêra HUDA PARê Lokman Yalçin ve hat pêşîwazîkirin. Di ziyareta ku di avahiya partiyê hat kirin de meseleya Sûriyê û mexdûriyetên ku pêk tên hat axavtin.

Serokê Kombeta Sûriyeya Serbixwe Redîf Mistefa di dema ziyaretê de destnîşan kir ew polîtikaya Sûriyê ya HUDA PARê gelek baş û di cî de dibînin.

Serokê Bajêra Rihayê ya HUDA PARê Lokman Yalçin di derheqê ziyareta ku hat kirin de daxuyaniyan da diyar kir  ew û eşîrên ku hatine ziyaretê li ser meseleya Sûriyê û polîtîkaya Sûriyê ya HUDA PARê sekinîne.

Yalçin di daxuyaniya ku da de destnîşan kir heyeteke ku ji eşîrên Sûriyeyî pêk tê hatine ziyareta wan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îro Serokê Kombeta Sûriyeya Serbixwe Redîf Mistefa, Reîsê Eşîra Tayyî Nevaf Tayyî, Reîsê Eşîra Şemerayê Huseynel Haçim û Reîsê Eşîra Naîmî Suphudîl Adan   hatin ziyareta me. Meseleya sereke ya ziyareta me meseleya Sûriyê bû. Lewra ev însan di axên xwe de hatine mexdûrkirin û wek muhacir hatine memleketên me.”

 “PYD dişbihe taksiya tîcarî ya ku renga wê zer e, hemû kesî siwar dike lê Kurdan siwar nake”

Yalçin di berdewama axavtina xwe de diyar kir ziyareta wan pir bi feyde derbas bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di dema ziyaretê de him daxuyaniyên Reîsê Eşîra Tayyî Nevaf Tayyî û him jî yên  Reîsê Eşîra Şemerayê Huseynel Haçim me ecêbmayî hişt. Nexasim Serokê Serbixwe Redîf Mistefa PYD şiband taksiya tîcarî ya ku renga wê zer e û diyar kir hemû kesî siwar dike lê Kurdan siwar nake. Ev şibandin me ecêmayî hişt. Ji me re gotin xelk li heremên xwe çi qas zirarê ji DEAŞê û ji rêxistinên din dîtibin bi heman awayî ji PYDê jî dîtine. Hetta diyarkirin ji ber PYDê Kobanî koç kirine. Her wiha ji me re gotin ev şer ne ya xelkê Sûriye ye; berewajî bi temametî bûye şerê wekaletê. Mêvan diyar kirin dewlet li wê derê şer dike  û qeybên herî mezin ew bi xwe dane. Me jî ji wan re polîtîkaya xwe ya Sûriyê îzah kir.”

Ziyaret piştî gotûbêja ku hat kirin bi dawî bû.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir