• DOLAR 32.59
  • EURO 34.826
  • ALTIN 2501.079
  • ...
Xizmê nexweşê ji personelê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şeyhmus Nasirogluyê ku naskiriyê nexweşekê bû û li nexweşxanê dima destnîşan kir di jînekolojî û ndi wan serwîsên din de kesên hemşîre, nerêvan, personelên paqijiyê  bi muameleyeke nebaş û pîs bi nexweşxan re kirine  û wezîfeya xwe bi cî neanîne. Nasiroglu dû re berteka xwe wiha diyar kir: “ Di warê hemşîre û personelên paqijiyê de mişkîle hene. Di 21ê Gulanê de em bi herikîna xwîna hundir hatin vê derê. Nexweşê min ameliyat kirin û ameliyat baş derbas bû. Piştî ameliyatê wê birin lênerîna giran û li wê derê jî tu mişkîle tunebû. Lê dema ku em derbasî serwîsê bûn  personelên wê derê qet serê xwe bi nediêşandin û bi me eleqedar nedibûn. Em ji xebata doxtoran razî ne. Lê belê personelên paqijiyê û hemşîre wezîfeya xwe nakin. Tu bataniyekê ji wan dixwazin heta 6 seatan ji te re nayênin. Tu ji wan guhertina çarşafan dixwaze heta 3 rojan nayên naguherînin. Nexweş ji ameliyatê derketiye û divê herê destavê, lê ji ber ku destava alafiranga tuneye. Her wiha di nava serwîsê de jî klozet tuneye.  Klozet tenê di odeyên taybet hene. Ew jî ger kesên di odeyan de destûrê bidin tu dikarî wê klozetê bi kar bîne; lê belê exlebe ew jî destûrê nadin. Ew ê vegerin serwîseke din, lê ew der jî qirêj û pîs in. Ew nexweşê ku nikare birêve biçe ji naçarî ji bo destavê diçe serwîseke din.”

Nasiroglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir hemşîre karên xwe hewil didin bi refaketvanan bidin kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di normalê de divê hemşîre bi xwe wê sondaya ku bi nexweşxan ve ne biguherînin, lê ew vê yekê nakin. Dibêjin ‘ herin hûn vala bikin û wê serûmê bigrin, em ê werin.’ Carinan hate êvarê wisa dimîne. Dû re tên dirajinê. Dema ku hûn tiştekî ji wan re dibêjin dikin qêrîn û bi we de dixeydin. Nexasim ji wan kesên ku bêxwedî ne re ‘temam em ê bên, hûn herin bikin.’  Mesela ez qala meseleyeke ku hatiye serê nexweşê me bikim. Piştî ameliyatê diviyabû rovîkên nexweşên me hatibana valakirin lê ev nehat kirin. 3 roj derbas bûn. Herî dawî diviyabû lavman hatibana kirin. Hewil didin vê yekê bi refekatvanan bidin kirin. Dema refekatvan vê yekê qebûl nakin  hemşîre xwe dixeydîne.”

Nasirogluyê ku dîmenên destavê û korîdorê girtibû destnîşan kir divê perwerdehî ji personelan re bê dayîn ka ew ê çawa bi nexweşan re miamele bikin. Nasiroglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê birêveberiya nexweşxanê personelan agahdar bike û heta kontrol bike. Ev tişt ne tiştekî zor e.”

Rayedarên nexweşxanê yên ku me bi wan re di derheqê mijarê de axivî diyar kirin tiştên ku hatine îddîakirin ne rast in.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir