• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Yapicioglu di bernameya fitarê de bi xelkê re hat bal hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatiya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê ve bernameya fitarê hat tertîpkirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di bernameya fitarê ya ku partiya wî li Diyarbekirê tertîp kir de bi malbatên 6-7ê Cotmehê, mexdûrên daraza FETO û bi muhacirên Sûriyeyî re hat bal hev. Gelek kes îştîraqî bernamê bûn.

Bernameye ku bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û axavtina Şeyhmus Tanrikuluyê Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê dewam kir.

Piştî axavtina silavdayînê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu axavtinek kir. Yapicioglu di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir  li dora heman sifrê rûniştin û vekirina fitarê ya  kesên xerîb, yetîm, feqîr, muhacîr û qelsan bi eşrafên bajêr re rewşeke pir xweş derxistiye holê.

“Tiştê herî baş û xweş; li dora heman sifrê rûniştin û vekirina fitarê ya  kesên xerîb, yetîm, feqîr, muhacîr û qelsan bi eşrafê bajêr re ye.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew dixwazin bi kesên mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê û bi kesên muhacirên Sûriyeyî re fitarê xwe vekin. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di meha Remezanê de li gelek cihan sifreyên mîna van tên raxistin. Carinan  li ser wan sifreyan dewlemend û eşrafên bajêr rûdinin. Encax tiştê herî baş û xweş; li dora heman sifrê rûniştin û vekirina fitarê ya  kesên xerîb, yetîm, feqîr, muhacîr û qelsan bi eşrafê bajêr re ye. Me îro hewil da vê yekê bikin. Me xwest em digel  wan birayên xwe yên ku ev heft Remezan e şertên herbê dijîn û ji ber herba li Sûriyê reviyane re  fitara xwe vekin. Me îro xwest ku bi wan kesên ku mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê ne re werin bal hev.”

“Rebbê me! Tu rêyekê nîşanî me bide da ku em ji wan re bibin alîkar”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser jiyana bi zehmetî  ya Mislimanan û dû re wiha li axavina xwe zêde kir: “ Îro cûrbecûr hovîtî tên kirin, me xwest ku em îro bi naskiriyên wan birayên xwe yên ku ji teref wê koma ku ji keftaran xiraptir in ve hatine qetilkirin re werin bal hev. Bi hurmeta dilên wan ên şikestî ji Rebbê xwe wisa teleb dikin; Rebbê me! Cardin wehşetên wisa li memleketê me pêk neyên. Rebbê me! Ji wan kesên ku li vê dinyayê jiyana dojehî dijîn û ji ber herba navxweyî  nediyar e ew ê kengî bigihijin rastiyê re deriyeke xêrê veke û ji wan re ji qeta xwe rehmet û komekdarekî bişîne. Rebbê me! Hêz û qeweta me nîne em ji wan kesên ku bi rojî ne û nikarin pêşik av û gezik nan peyde bikin re bibin alîkar, ew qas zêde ne û li ew was dûr in ku  em nikarin bigihijin wan, tu me ji vê yekê mesûl negre. Rebbê me! Tu rêyekê nîşanî me bide da ku em ji wan re bibin alîkar.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de qala mexdûriyetên ku hêj li Sûrê berdewam dikin kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Berî vê sal û nîvê hema hema navçeyek serasnser hilweşiya û xera bû. Gelek kesên ku li wê derê hatine mexdûrkirin hene. Sozek hatibû dayîn ku ew ê di demeke kurt de mexdûriyetên wan bê çareserkirin. Lê mixabin heta îro mexdûriyeta wan nehat çareserkirin. Hêj mexdûriyeta qismeke muhîm berdewam dike. Ev deqîqeyên ku em tê de deqiqeyên ku tê de qelb berm dibin e. Em bi hurmeta wan qelbên ku nerm bûne û ji bo em karibin birîna wan birayên xwe demildest bipêçin  em ji Rebbê xwe teleb dikin da ku firsetan bexşî me bike.”(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir