• DOLAR 32.498
  • EURO 34.962
  • ALTIN 2429.209
  • ...
Êrîş li polêsan hat kirin: 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin doh êvarî di derdora seat 21.00an de li Taxa Mezopotamyaya Qoserê polêsan xwest ku nasnameya 3 kesên şikdar binêre, lê di dema kontrolkirina nasnameyan de pevçûn derket. Di pevçûna ku derket de 2 kes birîndar bûn û kesên êrîşkar di tarîtiya şevê de winda bûn.

Di êrîşa ku hat kirin de polêsên bi navê K.A. û Y.D. birîndar bûn. Piştî ku bi bûyerê hat hesîn gelek ambûlans û polês sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Hat hînbûn rewşa polêsên ku birîndar bûne baş e û di derheqê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir