• DOLAR 32.384
  • EURO 35.072
  • ALTIN 2326.267
  • ...
 " Em di germahiya havînê de bi rojîbûna xwe di zeviyan de dixebitin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Bekir a ku ji şerê Sûriyê reviya û li gundê Şefelora Mêrdînê bi cî bû di germahiya havînê de bi rojîbûna xwe di zeviyê de dixebitin.

Mezinê malê Îbrahîm Bekîr(58)  diyar kir Xweda ji wan kesên ku rojî digrin re dibe alîkar û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Berî vê 3 salan ji Dirbêsiyê em hatin vê derê. 3 lawik û 3 qizîk tev de 6 zarokên min hene. Em bi avdanê hewil didin debata xwe bikin. Bi rojîbûnê xebar bi zehmet e, lê tu çareyeke me din tuneye. Em him karê xwe dikin û him jî îbadetên xwe dikin. Rojî li ser Mislimanan ferz e û em mecbûr in ku bigrin. Em di bin vê germahiyê de  digel halê xwe yê rojîbûnê di nav erdan de avdaniyê dikin. Xweda dibe alîkar. Înşallah em ê heta dawiyê jî rojiya xwe bigrin. Rojî bêzehmet nabe. Weke ku Hz. Elî gotiye’ ji tiştên ku ez jê li dinyayê zewqê distînim di germahiya havînê de girtina rojiyê ye.”

Bekîr di berdewama axavtina xwe de diyar kir avdana pembû heta meha îlonê berdewam dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Piştî ku ziwa dibe re em di meha îlonê de pembû berhev dikin.”

Gernez Îbrahîmê lawê Bekîrî ye jî di derbarê mijarê de diyar kri ji bo ew muxtacî tu kesî nebe bi rojîtî dixebiteç Îbrahîm dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez di warê avdanê de ji bavê xwe re dibim alîkar. Em nexebitin naqede. Hinek hevalên me dibêjin hewa pir germe em nikarin rojî bigrin.Rast e, germ e. Lê belê em him karê xwe dikin û him jî rojî digrin. Ger însan rojî bigre Xweda jê re dibe alîkar. Em digrin, Xweda qebûl bike. Em ji herbê reviyan. Ji bo em muxtacî tu kesî nebin em bi rojîbûna xwe hewil didin bixebitin.”(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir