• DOLAR 32.595
  • EURO 34.826
  • ALTIN 2509.406
  • ...
 "Bi guhdarkirina Qur'ana Kerîm hewil didim bijîm"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Erdoganê  83 salî yê ku çavên wî nabîne û li navçeya Sûra Diyarbekirê bênavber ji wê amûra muzîka ya ku jê re MP4 tê gotin Qur’ana Kerîm guhdar dike. Kalemêrê kor û extiyar  bi vê eşqa Qur’anê hewil dide xwe li jiyanê bigre.

Erdoganê ku qala çîroka heyata xwe kir diyar kir  berî vê 5 salan çavê wî kor bûne û ew hewil dide bi çeşmên dil li heyatê binêre.Erdogan her wiha diyar kir rizgarî, xelasbûn ji çûyîna rêya Qur’anê derbas dibe.

“Ez bi alîkariya Xweda û Qur’anê li ser piyan im”

Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir çavên min nabîne, ger hebana min ev qas zehmetî nedikşand. Erdogan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Van çavan Xweda ji min standiye. Ger ew wisa kiribe ev yek him ji bo min him jî ji bo Mislimanan bi xêrtir e. Ev 5 sal e ku ez kor im û çavên min nabînin. Ez çûm doxtoran, ji min re gotin ku çavên te baş nabin. Ez Qur’ana Kerîm guhdar dikim û hewil didim bijîm. Ez bi alîkariya Xweda û Qur’anê li ser piyan im. Cennet û cehennem bellû ne. Tu li vê dinyayê çi bixî nava kuşxaneya xwe ew qas başe. Cenneta hazir ji tu kesî re tune ye. Cennet û cehennem li pêşiya me ne.  Xweda me ji neqencî û pisîtiyan mihafeze bike.”

 “Ger hûn di rêya Qur’anê de biçin hûn ê bigihijin cennetê”

Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir rêya heq û heqîqetê eşkere ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kesê/a ku di rêya Qur’anê de neçe  nikare ji tiştekî îstîfade bike. Ger hûn di rêya Qur’anê de biçin hûn ê bigihijin cennetê. Rêya Qur’anê diyar e. Em bi saxiya Xweda, pêxember û van sehabiyên ku li vê derê şehîd bûne li ser piyan in. Temamê Tirkiyê ji ber hurmeta van sehabiyan li ser piyan in. Rêya Xweda û  Qur’anê winda nabe. Xweda tiştên rast nîşan daye. Ger ji te re bibêje xwe ji ser ban bavêje tu dê xwe navêjî. Lewra tu dizanî ku tu dê zirarê bibîne. Ji ber vê yekê rêya rast û xelet diyar e.”

 “Diyarbekir berî niha ji hêla exlaq û terbiyê ve pir baştir bû”

Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kr ew beriya halê berê yê Diyarbekirê kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Diyarbekir xera bû. Digel wê Tirkiye jî xera bû. Ger rehma Xweda tunebana dê halê mewcûd a niha jî tunebana. Ger halê me ji evdan re bimîne ew ê rewşa xirabtir bibe. Însanê Diyarbekirê berê gelek baş bû û bi exlaq bû. Di nav wan de çend kesên nebaş jî hebûn, lê belê ji hêla exlaq û terbiyê ve Diyarbekir baştir bû. Niha  birçîbûn zêde bûye û rewşa malbatan nebaş e. Bereketa Xweda li ser Sûran be, lê Sûrên me ji destên me çûn. Xweda mihafeze bike, em bi wesîleya muminan dijîn. Naxwe ew ê hemû tiştên me dê ji destên me çûbana.”

Erdogan herî dawî  qala jiyan û rewşa berê ya Diyarbekirê kir.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir