• DOLAR 32.481
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2435.833
  • ...
 "Ger em nebin yek ew ê bi rijandina xwîna me hêj pereyan qezenc bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapiciogluli Êlihê beşdarî bernameya fitarê ya ku partiya wî tertîb kiribû bû, piştî bernameya fitarê di derheqê rojevê de nirxandinên balkêş kir.

Yapicioglu di nirxandina ku kir de ji wan bernameyên ku ji teref Şaredariyê Êlihê ve di bin navê ‘Şahiyên Remezanê’ de tên tertîpkirin re bertek nîşan da û wiha got: “ Em di nava meha îbadetê ya ku em hêvî dikin me biguherîne de neç Encax  hinek kes ji bo Remezan civakê neguherîne   hewil didin. Ev kes jî hewil didin Remezanê biguherînin. Ez doh hatim Êlihê û min ji birayekî xwe yê ku ji ev cûr bernameyên ku tê xwestin pê  Remezan bê guhartin re bûye şahid agahiyan wergirt. Weke ku Remezan ne meha Qur’an, îbadet û tîlawetê ye û qey Remezan meha şahiyê ye. Weke ku li her derê Tirkiyê ev cûr bername tên lidarxistin li vê derê jî heman bername tên lidarxistin. Ev rewşeke kovandar e. Em di wexteke wisa de ne ku tê de kesên ku ji bo fitarê gezik nan nikarin bibînin hene. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku tê de bi herban cîhan bûye mîna cehnemê. Dinya tevlîhev bûye, lê ne xema tu kesî ye û kêfa xwe dinihêrin”

 “Li çar alîyên dinyayê dixwazin şeran derxînin, şeran har bikin û çekan zêdetir bifiroşin”

Di berdewama civîna ku hat lidarxistin endamên çapmeniyê di derheqê hevpeymana çekan a ku Amerîka û Erebîstana Siûd re kiriye de pirsek kirin. Yapicioglu pirsa ku jê hat kirin wisa bersivand: “ Weke hûn jî dizanin Amerîka welatê herî zêde yê ku çekan difiroşe ye. 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê ya NYyê hene. Ji van 4 welat di nav 5 welatên ku herî zêde çekan difiroşin de ne. Ev welat qaşo ew ê ewlehîya dinyayê saz bikin. Rasta îro ewlehî ji wan tê pirsîn, lê  dîsa welatên ku herî zêde çekan çêdikin û difiroşin ev welat in. Bêşibhe ev welat ji bo  dinya bibe ciheke bi ewlehîtir çekan çênakin û nadin bazarkirin. Ji bo jêvegerandinê jî dikarin bibin xwedî çekan. Lê belê ew welar  li çar alîyên dinyayê dixwazin şeran derxînin, şeran har bikin û çekan zêdetir bifiroşin.”

“Ew ê ew kes xwîna me biherikînin û ew ê hêj pereyan qezenc bikin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir tê plankirin ku çekan bifiroşin welatên korfezê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew kes li cihê ku em jê re erdnigariya Îslamê ew jê re Rojhilata Navîn dibêjin gelek herban har kirin û sîr dan.  Niha gelek tevlîhevî hene û di warê mezheb û qewmî de tevlîhevî û herban derxistin. Niha hewil didin di navbera welatên Korfezê de rageşî û tevlîheviyê derxînin û ji wan re gelek zêde çekan bifiroşin. Ev planên wan jî hêdî hêdî dimeşe. Ger em weke ku pêwîst e nebin birayê hev û em hêj bi hev kevin û ew ê ew kes xwîna me biherikînin û ew ê hêj pereyan qezenc bikin.”

 “Ez bawer dikim ew ê qerara herî bi sihhet a di derheqê serxwebûnê de ew ê însanê wê derê bide”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de di derheqê serxwebûna Kurdistana Iraqê de wiha got: “Em bawer dikim ew ê qerara herî bi sihhet a di derheqê serxwebûnê de ew ê însanê wê derê bide. Bi ya me ne rast e hinek kes rabin ji dûr ve ji bo van deran hikmê bide. Di netîcê de ew ê însanên wê derê di derhqê dahatûya xwe de qerarê bidin û encam çi dibe bila bibe ferq nake; divê hemû kes li hember netîcê bi hurmet û rêzdar bin.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir