• DOLAR 32.569
  • EURO 34.93
  • ALTIN 2433.265
  • ...
Yetîm-Dera Ewrûpayê li Almanyayê ji penaberan re xwarina fitarê belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku li 52 welatên cîhanê xebatên xwe yên alîkariyê didomîne  di bergeha bernameya Remezana 2017an de li bajaroka Maulburga girêdayê bajêra Lorracha Almanyayê di kampa penaberan de xwarina fitarê da.

“Armanca me ji hêla manewî ve ji penaberan re alîkarî kirine”

Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîn-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş  di derheqê fitara ku hatiye dayîn de destnîşan kir wan di encama îstîşareya ku bi Şaredariya Lorrachê kirine de qerar dane ku fitarê bidin penaberan. Ateş dû re wiha li axavtina xwe zêder kir: “ Em di Remezanê de xwarina fitarê didin wan birayên xwe yên penaber ên ku ji çar aliyê dinyayê hatine vê derê re. Li vê derê nêzî 150 kesan dijîn. Ji van nêzî 30 kesan malbat in û yên din jî  penaberên ku ji Sûdan, Sûriyê û wlatên din hatina vê derê û hewil didin bi tena serê xwe bijîn in. Me ji xwe re kiriye armanc ku ew kes xwe bêxwedî û tenê nehesibînin. Her wiha armanca me ji hêla manewî ve ji penaberan re alîkarî kirine

 “ Divê em wan kesên ku çavên wan li derî ye û li benda alîkariyê ne ji bîr nekin”

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kri ew ê îro jî li bajaroka Grenzacha girêdayê bajêra Rheîndeldenê ji penaberan re erzaq û xûreka helal belav bikin. Ateş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xebatên me yên alîkariyê li çar aliyên dinyayê bênavber didomin. Wek mîna berî vê çend seatan li Afrîkayê ji bi sedan kesan xwarina fitarê hat dayîn. Xêrxwaz dema ku di Remezanê de rûniştin li ser sifrê bila  wan kesên ku çavên wan li deriyanin bifikirin. Divê em wan kesên ku çavên wan li derî ye û li benda alîkariyê ne ji bîr nekin.”

Penaberên bi navê Fadil û Bengîn  di derbarê xwarina fitarê ya ku Yetîm-Dera Ewrûpayê daye wan de diyar kirin ew bi wesîleya Yetîm-Dera Ewrûpayê digel hev rojiya xwe vekirine û fitara xwe xwarine û wiha gotin: “Em ji wan kesên ku ji vê yekê re bûne wesîle re teşekur dikin. Bila penaberên li cihên din neyên jibîrkirin.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir