• DOLAR 32.574
  • EURO 34.82
  • ALTIN 2500.453
  • ...
 "Birayên me yên ku bi rojan xwarinê nabînin hene"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapicioglu li Êlihê beşdarî bernameya firatê ya ku ji teref teşkîlata êlihê ya partiya wî ve hat tertîpkirin bû.

 “Birayên me yên ku bi rojan xwarinê nabînin hene”

Yapicioglu di bernameya ku beşdarî bû de di derheqê kesên ku birçî ne û nikarin tiştekî xwarinê peyde bikin de nirxandinan kir. Yapicioglu di nirxandina ku kir de wiha axivî: “ Meha Remezanê meha bereket, Qur’an û rehemtê ye. Me xwest ku vê îqlîma rehmetê digel hev tenefus bikin û ji bo vê yekê em hatin bal hev. Em ê şahî û kêfxweşiya firatê bi hev re bijîn. Lê belê divê em ji bîr nekinme tahammulî çendîn seatan birçîbûn û tîbûnê kir.  Feqet divê em zanibin li çar aliyên dinyayê birayên  me yên ku nikarin gezik nan peyde bikin hene. Em di bîrên xwe bixin di ya rastiyê de digel ku tunebûna  xela û birçîbûnê  însanên ku ji ber herb û bombeyan nikarin bi rojan nan peyde bikin hene. Em di bîrên xwe bixin ku di nav wan însanên ku li memleket jiyaneke muferreh didomînin de birayên me yên ku nikarin tiştekî xwarinê peyde bikin hene.”

 “Dev ji fitarê berdin ji bo fitara xwe vekin peşik ava  paqij nikarin temîn bikin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir  gelek kesên ku ji bo vekirina fitara xwe nan nikarin peyde bikin hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Em ji rexekî ve ji Xweda re ji ber nimetên ku daye me şikir dikin, divê em di vê seata ku tê de dia qebûl dibin de ji wan birayên xwe re dia bikin. Ger em ji bo wan tiştekî nakin qet nebe em ji bo wan dia bikin. Eya Rebbê me!Birayên me yên ku haya me ji wan heye û em nikarin ji wan re bibin alîkar hene. Ya Rebbî tu me ji vê mijara ku hêza me têra wê nake mesûl negirî. Rebbê min aqûbeta me bi xêr bike. Yekîtiya me belav vû û em bûn piçik û parî û em bi hev lebikîn. Em ketin rewşeke wisa ku em êdî em ji parîkek nan re bûn muxtac. Em êdî parîkek nan ji fitara xwe nikarin peyde bikin. Hetta dev ji fitarê berdin ji bo fitara xwe vekin peşik ava  paqij nikarin temîn bikin”

 “Ya Rebbî! Tu dijmintiya bi dijminiyê re bikî nesîbê me”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir  di vê seata ku lê dia maqbûl in de em digel hev dia bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ya Rebbî! Tu ji wan birayên me yên ku ji nimetên te mehrûm mane, mahrûm hatine hiştin deriyeke xêrê vebike. Tu ji qeta xwe arîkareke wek rehmetê bişîne. Me biratiya xwe ji bîr kir. Ya Rebb! Tu cardin wê şiûra biratîbûnê bike nesîbê me, me bixe yek, wê kîn û adaweta di nav me de ji holê rabike. Ya Rebbî! Tu dijmintiya bi dijminiyê re bikî nesîbê me.”(ÎLKHA)
 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir