• DOLAR 32.578
  • EURO 35.042
  • ALTIN 2438.624
  • ...
Ji Koreya Bakur ceribandineke din a mûşeka balîstîk
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koreya Bakur digel qerarên Neteweyên Yekbûyî û bangên navneteweyî  cardin mûşekên balîstîk ceriband. Serokatiya Sererkaniyê ya Koreya Başûr diyar kir mûşeka ku roja duşemê di wextên şeveqê de hatiye ceribandin piştî ku 450 kîlometre li hewayê maye re ketiye Behra Japon.

Di daxuyaniya ku ji teref Koreya Başûr ve hatiye dayîn de hat ragihandin  ji teref Pyongyang ve vêcarê mûşekên Scudê hatiye ceribandin û piştî vê çalakiyê Konseya Ewlehiya Koreya Başûr  civiyaye.

Serokwezîrê Japonyayê  Şînzo Abe di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Ji bo dawî li ceribandina mûşekan bê anîn êdî dê bi Amerîka re  gavên ber bi çav bên avêtin.”

Berdevkê hikûmeta Japonyayê jî diyar kir  ew ê ji provakasyonên her tim ên Koreya Bakur re musamaha neyê kirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir