• DOLAR 32.331
  • EURO 35.081
  • ALTIN 2295.889
  • ...
SON DAKİKA
20 sal e ku ji kesên muxtac re nan belav dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Firina Nan a Gulerê ya ku  li Êlihê digel alîkariya xêrxwazan ev 20 sal e ku di meha Remezanê de ji malbatên muxtac û feqîr re bêheq nan belav dike îsal jî dest bi belavkirina nanên bêheq kir.Li firinê her roj di navbera seat 16.00-17.00an de  nan tê belavkirin.

Xwediyê firinê Şerafettîn Yuce diyar kir ew di nava rojekê de nêzî 500 nanî belav dikin û wiha axivî: “Ev bû çend sal ku em di her meha Remezanê de bi alîkariya xêrxwazan nan ji kesên feqîr û muxtac re belav dikin.”

Yuce di berdewama axavtina xwe de di derberê alîkariya ku tê kirin de wiha axivî: “ Ev alîkariya ku tê kirin gelek zêde çêbû ku tê kirin.Berî me li vê derê hevalên me vî karî dikirin.Ji roja ku me firinê dewr standîye vir ve em vê karê belavkirina nan dikin. Berî niha ev qas ne  pergal bû.  Niha ji bo îzdîham çênebe pîrek û zilam li cihên cûda dikevin rêzê û em nan ji wan re belav dikin. Nêzî 300 însanî rojane tên vê derê. Carinan zêdetir dibe. Em rojane hezar nanî belav dikin. Me doh destpêkê bi 400 cot nanî kir.”

Yuce di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê çiqas alîkarî werin hejmera nan zêdetir bikin û ew ê van nanan ji kesên Sûriyeyî û Efxanistanî û ji Êlihiyên feqîr re belav bikin.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir