• DOLAR 32.553
  • EURO 35.494
  • ALTIN 2330.477
  • ...
Wezîrê Karên Hundir çû Çiyayê Katoyê ya ku lê operasyan tê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Hundir Sileyman Soylu li Betûşebaba Şirnexê derket Çiyayê Katoyê ya ku lê ev 40 roj e li dijî PKKê operasyon tên lidarxistin. Wezîr Soylu  eskerên qoriciyên ewlehiyê ziyaret kir  û ji ber ku şikeftên PKKê tespît kirine, wanan tebrîk kir.

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu dû re bi telefonê li Serokkomar Erdogan geriya û di derheqê operasyonan da agahî dayê.

Serokkomar Erdogan dû re  bi Tumgeneral Aydogan Aydin re axivî. Aydin di derheqê operasyonên ku li Çiyayê Katoyê  tên lidarxistin de ji Serokkomar Erdogan wiha got: “ Di dîroka micadeleya bi terorê de heta niha ev qas muhîmat, çek û alavên jiyanê nehatine bidestxistin.  Ew ê di van rojên pêşiya me de hejmera şikeftan zêdetir bibin. Dîsa ev teczîhatên ku li vê derê hatine bidestxistin  ew ê  feyde bide  micadeleya bi terorê re.”(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir