• DOLAR 32.6
  • EURO 34.682
  • ALTIN 2526.634
  • ...
Mîqdara fitrêhindikbûna mizeya kêmtirîn nîşan dide
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Heqê fitraya îsal ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve wek 16 TL hat diyarkirin. Di diyarkirina vê heqê firtayê de pêdiviya erzaqê ya rojane ya kesekî wek pêvek hat girtin û li gor vê yekê hat diyarkirin. Ev hindikbûna heqê fitrê cardin wê kêmbûna mizeya kêmtirîn a di bin sînora birçîbûnê de nîşan dide.

Di encama civîna ku Serokatiya Lijneya Bilind a Karên Dîn kir de heqê fitraya îsal li gor şert û mercên jiyanê wek 16 TL hat diyarkirin.

Heqê fitrayê ya ku hatiye diyarkirin cardin kêmbûna mizeya kêmtirîn nîşan da. Wek mînak; pêdiviya rojane ya malbateke 4 nefs  li gor heqê fitrê 64 lîre ye. Dema ku ew heqê fitrê yê Diyanetê  tê muqayesekirin derdikev holê divê heqê mizeya kêmtirîn 1920 TL be. Lê belê îro heqê mizeya kêmtirîn 1404 TL ye ku ev ferq rewşa aboriyê ya xelkê dide ber çavan.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir