• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ji Yapicioglu peyama Remezanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji ber minasebeta destpêka meha Remezanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Yapicioglu di daxuyaniya ku belav kir de wiha got: “Hemd û şikir ji Wî Xwedayê ku me gihaştand wê meha Remezana ku meha rehmetê, bereket, paqijî, teqwa, îbadet, înfaq û îkramê ye. Ew Remezana ku destpêka wê rehmet, nîvê wê maxfîret û dawiya wî ji agirê cehnemê xelasî ye,  di serî ji bo Mislimanan û bi giştî jî ji bo temamê însanan fersend û îkrameke Îlahî ye.”

Yapicioglu di berdewama daxuyaniya ku belav kir de diyar kir  divê em meha Remezana ku em ê  wê di wexteke ku tê de dijminên Îslam û însaniyetê di warê dijmintiyê de sînoran nas nakin de  îdrak bikin  ji xwe re wek fersendekê bibînin û divê em muhasebeya heyeta xwe bikin. Yapicioglu dû re wiha pê de çû: “ Di van demên mibarek ên ku tê de şeytan tên zincîrkirin de ew kesên ku bûne mîna şeytên, ewladên me diberdin hev dû û ji bo beldeyên me îşxal bikin  me  berdidin hev û di vî warî de bi ser dikevin. Divê em sedema vê serketîbûna van şeytanan tefekkur bikin ka çima bi ser dikevin.”

Yapicioglu her wiha diyar kir divê Milsiman heyatên xwe li gor Qur’ana Kerîm tanzîm bikin, berberiya di nav xwe de rakin û li dijî dijminên xwe bibin yek  û digel hev wan micaadele bikin. Yapicioglu dû re wiha got: “ Ez hêvî dikim ku em digel hev îqlîma bereketê ya meha Remezanê bijîn. Ez bi vê wesîlê Remezana temamê alema Îslamê tebrîk dikim û ez hêvî dikim ku ev meh bibe wesîleya biratî, wehdet û ji bo însanan bibe wesîleya hizûr, hîdayet û rizgariyê.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir