Bihaya çaya ter a sala 2017an hat eşkerekirin
Bihaya çaya ter a sala 2017an digel bedela destekkirinê wek 2 lîre û 13 qirûş hat diyarkirin.
Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Farûq Çelîk bihaya çaya ter a sala 2017an eşkere kir.
Wezîr Çelîk di civîna ku li Çaykurê hat tertîpkirin de axivî. Wezîr Çelîk di axavtina xwe ya ku di Çaykurê kir de diyar kir bihaya çaya ter a sala 2017an digel bedela destekkirinê wek 2 lîre û 13 qirûş hatiye diyarkirin.
Sala borî bihaya çaya ter wek lîreyek û 90 qirûş hatibû eşkerekirin.(ÎLKHA)