• DOLAR 32.52
  • EURO 34.801
  • ALTIN 2421.461
  • ...
Gormez: Temaya meha Remezanê eşkere kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez ji ber minasebeta meha Remezanê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê ya ku hat lidarxistin de Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez diyar kir wan temaya meha Remezana îsal wek   ‘Li Ser Te Heqê Temamê Canan Heye’  diyar kirine.

Temaya Meha Remezana Îsal: Li Ser Te Heqê Temamê Canan Heye

Gormez di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “ Hesasiyeta heq û heqiyê di nava civaka me de di herî navendê de ye. Kahniya heq û heqiyê Cenabi Heq bi xwe ye. Û mumîn îman bi heqîqetê tînê. Kesên ku ji heqqê ku ji Xweda hatiye re riayet dike ew ê  îmanî heqîqetê jî bike. Nexasim dema ku em di meha Remezanê de îbadetên xwe îfa û eda dikin  divê em heqên li ser xwe ji bîr nekin. Heqê temamê canan li ser me heye, heqê temamê însanan li ser me heye.Heqê dê, bav, zarok, xanim, cîranên me û yên êtîman li ser me heye. Hetta heqê temamê muminên ku wî serê dinyayê birçî ne jî li ser me heye. Resûlê Xweda gotiye ‘Heqê temamê kesên  ku li ser we heqê wan heye bidin wan.’(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir