• DOLAR 32.322
  • EURO 35.096
  • ALTIN 2300.938
  • ...
Ji ber kuji bernameya Fetha Diyarbekirê re destûr nehat dayîn bertek hat nîşandan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew ê li Diyarbekirê ji teref Sahabe-Derê ve  ji ber minasebeta 1378emîn salvegera Fetha Diyarbekirê bernameya fethê ya li qada vekirî hatibana tertîpkirin. Lê ev bernameya ku dê ji teref Sahabe-Derê ve hatibana lidarxistin ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hat betalkirin û ji bernamê re destûr nehat dayîn. Ji ber vê yekê saziyên siwîl ên civakî ji rewşê re bertek nîşan dan.

“Ew hinceta ku çavkaniya wê wek sepana OHALê tê nîşandan ne îzaheteke ku bê qebûlkirin e”

Ji ber ku ji tertîpkirina bernamê re destûr nehat dayîn ji teref Sahabe-Derê ve di derheqê mijarê de daxuyaniyek hat dayîn.  Daxuyaniya çapemeniyê ji teref Serokê Sahabe-Derê Evdilmitalîb Yuva ve hat dayîn. Yuva di daxuyaniya ku da de destnîşan kir  ew bêwatebûna qedexekirina bernamê dijîn  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bû bi salan ku li vî bajarî bernameyên ku pê sahabî tên yadkirin tên lidarxistin û em bawer nakin ku tu hincet û mazeret ji bo qedexekirina vê bernamê re ne îzahat e. Me ji bo ku di 27ê Gulanê de li qada ba Mizgefta Hz. Sileyman bernameya bîranînê li dar bixin muracatî walîtiyê kir. Walîtî  muracata me qebûl nekir. Ew hinceta ku çavkaniya wê wek sepana OHALê tê nîşandan ne îzaheteke ku bê qebûlkirin e.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ev qerara ku hatiye standin xelkê Misliman a Diyarbekirê pir zêde şikandiye û xemgîn kiriye û dû re wiha hat gotin: “ Ji bo bername li qada vekirî bê kirin divê qerara ‘qedexê’ cardin bê fikirîn.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir