• DOLAR 32.561
  • EURO 34.889
  • ALTIN 2430.12
  • ...
Halê malbata ku mala wan dike hilbiweşe kezaban dişewitîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Taxa Çamlicaya Êlihê malbata ku ji 7 nefsan pêk tê hewil dide di maleke ku tenê odeyeke wê heye de bijî, mala ku malbat hewil dide lê bijî tu ferqa wê ji malên kavil û xirabe tune ye û li ber hilweşînê ye. Malbat ji ber vê yekê her tim ji rewşê diltirs e.

“Zarokên min pir ditirsin ku xanî di ser wan de bê xwarê”

Havva Gecîk di derbarê mijarê de diyar kir ew digel zilamê xwe û 5 zarokên xwe hewil dide di vê xaniyê ku her derê wê xera bûyiye de bijîn. Gencîk dû re wiha li axavtina xwe zêder kir: “ Halê mala me di holê de ye. Mala me di ser me de hildiweşe. Em 7 nefs hewil didin di vê odê de bijîn. Tenê odeyeke me û saloneke me heye û ger bê hisabê mitfaqek me jî heye. Em li erdê xwarina xwe çêdikin. Dema ku ba tê zarokên min pir ditirsin ku xanî di ser wan de bê xwarê. Ji ber vê yekê psîkolojiya zarokên min xera bûye. Em ditirsin rojekî di bin enqazên vê xaniyê de bimînin. Em pir ditirsin.  Em ji xêrxwaz, rayedar û nexasim ji dewletê alîkariyê dixwazin. Em dixwazin xaniyeke me çêbikin û em bi şikleke rihet tê de ji xwe re rûnin. Bila ji bo me malek bê çêkirin da ku zarokên me êdî netirsin. Mala ma xirabe ye, her cara ku baran dibare herî diherike hundir. Exlebeyê cil û amûrên me li derve ne. Tenê xaliyên me yên ku em li ser wan rûnin di hundir de ne.  Xweda bibe alîkariya wan kesên ku dê ji me re bibin alîkar.”

 “Rojinan em şîva êvarê nikarin bixwin û em wisa radizin”

Gecîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir zilamê wê bi usula yewmiyê dixebite û gelek caran jî betal e. Gecîk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Zilamê min nexweş û bêkar e û ji ber vê yekê jî nikare bixebite. Em bi wan pereyên ku ji bo zarokan didin me debara xwe dikin. Em exlebe tiştên lazim bi deyn distînin. Em nikarin îdareya xwe bikin. Em carinan şîva êvarî nikarin bixwin û wiha radizin. Rojinan zarok taştê naxwin û diçin mektebê. Zarokên min li halê xwe digrîn ku ji vê pê ve tu çareyê din tuneye. Em nikarin tiştên lazim ên mektebê ji bo zarokên xwe bistînin. Xêrxwaz distîninç. Em dixwazin di maleke baş de bijîn. Erseya mala ku em lê dijîn a me ye.Em dixwazin maleke nû çêbikin, lê pereyên me tuneye. Em nikarin zarokên xwe têr bikin em ê çawa malekê çêbikin.”(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir