• DOLAR 32.457
  • EURO 34.893
  • ALTIN 2477.134
  • ...
 "Ji ber bêhna kanalîzasyonê em ne dikarin deriyan ne jî şibakayên xwevekin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şênî di derbarê mijarê de diyar kirin  ew ji bêhna kanalîzasyonê gazî û giliyên xwe çend caran ji şaredariyê re gotine  û çend caran him serî li şaredarî û MARSÛyê dane; lê belê ev mişkîleya wan ev 2 sal e ku berdewam dike.

Abdullah Karasakalê ku ji şêniyên taxê ye di derbarê mijarê de diyar kir xeta kanalîzasyonê tune ye û ji ber vê ava pîs mirîşkên wan dimrin. Karasakal dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber vê ava pîs û mirîşk û zarokên me bi jehrê dikevin. Em ne dikarin  şibaka û ne jî deriyên xwe vebikin. Me digel şêniyên taxê çûn şaredariyê û me ji wan kepçe xwast. Ji me re gotin ku em ê ji we re bişînin. Lê neşandin. Me ji wan re got ku boriyan bidin me em ê bi îmkanên xwe çêbikin. Gotin temam. Lê wê jî nekirin. Bila demildest vê problemê çareser bikin. Em naxwazin ev ava pîs ji vê derê biherike û cîranên me ji me aciz bibin. Em êvaran ji ber mêşan nikarin razin.”

 “Ji ber ku li cem mektebê ye me gelek zêde aciz dike”

Ahmet Kurtê ku li mekteba taxê mamostetiyê dike jî di derbarê mijarê de diyar kir  him ew û him jî xwendevan bi şikleke cîddî ji bêhna ava kanalîzasyonê aciz dibin û dû re wiha got: “ Hewce nake ku mirov zêde xeber bide.Lewra hemû tişt di holê de ye. Ji ber kanalîzasyonê em ne dikarin birêve biçin, ne şibakeyên xwe vekin û ne jî em dikarin êvaran rûnin. Di derheqê mijarê de çend caran serî li şaredariyê hat kirin. Şaredarî di vî warî de xemsar e ku ev yek jî me xemgîn dike. Divê berî ku havîn were demildest şaredarî vê meselê çareser bike.”

 “Em ne dikarin şibakayan ne jî deriyan vebikin”

Mehmet Emîn Ataçê ji şêniyên taxê di derbarê mijarê de diyar kir ew dixwazin ev mesele bê çareserkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Êdî em ji ber bêhna kanalîzasyon û bêhnê nema îdare dikin. Millet ji vê derê diçe û tê. Em naxwazin hev şikayet bikin. Em ji ber bêhnê nikarin derkevin balkonê. Em ne dikarin şibakayan û ne jî deriyên xwe vebikin. Zarokên me jî ji vê derê derbas dibin.”(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir