• DOLAR 32.427
  • EURO 35.113
  • ALTIN 2325.98
  • ...
 "Welatiyên me bi şikleke ciddî ji îdarevanên milkî gilîdarin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz li Serokatiya Navçê ya HUDA PARê  bi partiyiyan re hat bal hev û  di derheqê mijarên rojevê de nirxandinan kir.

Yavuz di nirxandina ku kir de destnîşan kir ew di bergeha ziyaretan de hatine Silopiyê û gazin, gilî û xwestekên xelkê li cihê wê guhdar û lêkolîn kirine.

 “Xelkê me hat mahkûmkirin da ku di navbera du agiran de êş û elemên mezin bikşîne”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew berî niha jî wek partiyê ji bo ziyaretinan  hatibûn vê derê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku em hatin vê derê me bi çavên xwe halê xelkê xwe dît. Me îmkan bi dest xist ku bi wan STKyên ku li heremê fealiyetan bi rê ve dibin re hevdîtinê bikin. Îro jî me li Şirnexê ziyaret û lêkolîninan kir. Di nava rojê de em hatin Silopiyê. Ew rewşa ku herema me ev 2 sal e di nav de ye me mehzûn û xemgîn dike. Ew siyasseta menfî ya ku hat îcrakirin bû sedema pevçûn û şer û kaos û anarşiyê derxist holê. Xelkê me ev 40 sal e ku hatiye mahkûmkirin da ku di navbera du agiran de êş û elemên mezin bikşîne. Ew kesên ku terefên vî şerî ne ji dêla ku avê li vî agirî dakin benzînê lê didakin. Xelkê an ji ‘menfeatên xwe yên alî re’ yan jî ji berjewendiyên rêxistinê re kirin qurban kirin.”

 “Ew nirxên Îslamî û însanî yên Kurdan a di warê  nasname û ziman de tê sabotekirin”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew telebên masûm û bêguneh ên însanî û heqdar ên xelkê Kurd  ji teref rêxistinê ve tên sabotekirin û wiha got: “Ew nirxên Îslamî û însanî yên Kurdan a di warê  nasname û ziman de tê sabotekirin.”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser  hinek hêzên tarî yên ku di  dewlet  an jî hêzên dewletê bikartînîn û bi vî awayî zilmê li Kurdan dikin  û her wiha balan kişand li ser teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku ji teref van hêzên tarî ve hat kirin. Yavûz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev hêzên tarî  li ber bi şikleke siyasî çareseriya meseleya Kurd asteng in. Ji ber vê yekê  ew polîtîka û siyaset  dibin sedem ku hawirdora  pevçûnê berdewam bike û hizûra xelkê me xera bibe. Digel ku bi şikleke qismî rihetî çêbûbe jî dîsa nexasin li Şirnexê  xisareke mezin çêbûye. Qedexeya derketina derve li kolan û kûçeyan hatiye rakirin; lê me dît ku li wan cihên ku qedexe lê qedexe hatiye rakirin ne kûçe maye û ne jî kolan.Di vê çarçovê de welatiyên me bi şikleke ciddî ji îdarevanên milkî gilîdarin. Em ê hewil bidin van gazin û giliyan bigihijînin rayedaran.”

 “Dema ku mesele mesleheta xelkê be divê dev ji berjewendiyên partiyî bê berdan”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diya rkir menfeat, meslehet û hizûra xelkê ji her tiştî muhîmtir e û  dema ku mesele mesleheta xelkê be divê dev ji berjewendiyên partiyî bê berdan. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Him  dewlet divê heya xwe ji vê xalê bike û him jî divê  rêxistin dev ji ji bo berjewendiyên xwe yê rêxistinî fedakirina xelkê berde. Bi vê wesîlê em bangê dikin da ku bi eqlê selîm bê hereket kirin û dev ji wan polîtîkayên ku dibin sedema xwîn, kaos û rondikên çavan bê berdan.”(ÎLKHA) 









Bu haberler de ilginizi çekebilir