Ebû Merzûq: Amerîka ji îşxala îsraîl re şirîk e
Mûsa Ebû Merzûqê ku ji Endamên Yekîneyê Siyasî yê Hamasê ye diyar kir Amerîka ji îşxala ku ji teref îsraîl ve tê kirin re şirîk eû wiha got: "Amerîka li dijî xelkê Filîstînê arîkariya pere û çekan dide rejîma îşxalker."
Mûsa Ebû Merzûqê ku ji Endamên Yekîneyê Siyasî yê Hamasê ji ber ku Serokê DYAyê Donald Trump li ber lîderên Ereb û Misliman Hamasê wek terorê wesifand ji Trump re bertek nîşan da.
Ebû Merzûq di daxuyaniya ku ji ser Twîtterê da de destnîşan kir ew sûcdarkirin terorê ya Hamasê ya ku ji teref Trump ve hat kirin digel Serokê Birêveberiya Filîstînê Mahmud Abbas û her wiha ji teref Lîderên Misliman û Ereb ve hatiye guhdarkirin. Merzûq vê yekê xemnakdayîn nîşan da.
Ebû Merzûq her wiha diyar kir “Hamas hareketeke rizgariyê ya neteweyî ye û li hember îşxalê li ber xwe dide û xelkê xwe mihafeze dike. Amerîka ji îşxala îsraîl re şirîk e. Amerîka li dijî xelkê Filîstînê arîkariya pere û çekan dide rejîma îşxalker.”
Merzûq di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ew siyasiyên kor wî kesê ku Xazzeyê dorpêç û wêran kiriye û bi hezaran însanan dikuje dibînin û dîsa heman siyasiyên kor wê Hamasê ku xelkê xwe diparêze û ji heqên xwe tavîzê nade wek terorîst dibînin.(ÎLKHA)