Di salekê de zêdetirî 31 milyon însan ji cihê xwe bûn
Di daxuyaniya ku ji teref NRC û IDMCyê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin di sala 2016an de li tevahiya dinyayê zêdetirî 31 milyon însan ji cihê xwe bûn.
Ji teref Konseya Penaberan a Norweç û ji teref Navenda Şopandina Li Nava Welêt Ji Cihê Xwe Bûyînê ve di derbarê penaber û kesên ku mecbûrî war û cihên xwe terk kirine de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin di sala 2016an de li tevahiya cîhanê ji ber şerê navxweyî, pevçûn û bobaletên xwezayî zêdetirî 31 milyon însan ji cihê xwe bûn.
Li gor daxuyaniyan hejmera kesên ku li nava welêt mecbûr mane cih û warên xwe biguherînin herî zêde li Komareya Kongoya Demokratîk pêk hatiye. Di sala 2016an de li Komereya Kongoya Demokratîk nêzî 922 hezar kesî mecbûr mane ku malên xwe terk bikin. Ev hejmar li Sûriyê 824 hezar û li Iraqê jî 659 hezar e.
Li gor daneyên NRCyê sedema sereke ya koça li nava welêt bobelatên xwezayî ne. Di sala 2016an de 24 milyon însan ji ber lêhî, şewata daristanan û ji ber bahoz û bagerê mecbûr mane ku malên xwe terk bikin. Li Çînê ji ber vê yekê 7 milyon û 400 hezar kes ji war û malên xwe bûne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji ber guherîna îklîmê ew ê ev hejmera kesên ku ji cihê xwe dibin dê zêde bibe.(ÎLKHA)